'18 hezar karker mirin' 2017-12-09 11:10:32 STENBOL - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, diyar kir ku bi lêpirsîna ewlehî û ketina ezmûna karkerên taşeron dixwazin rê li pêş kadrobûna xwe vekin. Beko, diyar kir ku di AKP'ê sala 2002'an de pergala taşeron ava kir û bi pergala taşeron re 18 hezar hevalên wan mirin.   Mijara ku dê 950 hezar karkerên taşeron bikin kadro rê li pêş niqaşên nû vekir. Hat diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê dixwaze bi vê yekê li her derê kadroyê xwe bi cih bike. Herî dawî Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê diyar kir ku plan dikin 950 hezar karkerên taşeron derbasî karkerê kadro bikin û ji bo vê yekê dê di lêpirsîna ewlehiyê û ezmûnê re derbas bibin. Têkildarî mijarê Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayênk Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kani Beko, nirxandin kir. Beko, diyar kir ku li Tirkiye ji xwe berê li qada cemawerî, şaredarî û sektorên taybet kardo hene û wiha got: "Di 2002’an de piştî "Qanûna Bingehîn a Rêveberiya Cemaweriyê" rêyên bajayî, deryayî û hewayî Sumerbank û fabrîqeyên Tekelê tev arizî (xwemalî) kirin. Piştî arizîkirinê li şûna karkerên kadro karkerên taşeron bi cih kirin.    ‘BI VÊ PERGALÊ 18 HEZAR HEVALÊN ME MIRIN   Beko, da zanîn ku bi salan e hikûmet  dibêje “taşeron kurtêlxur in. Van kurtêlxuran ji holê rakin" û wiha got: "Hevalên me ji ber vê gotina hikûmetê napejirînin hevalên me yên bi tecrûde û cerebe tev li artêşa betalan dibin. Piştî sala 2002'an û şûnde bi avakirina pergala Komara taşeronan 18 hezar karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ev li dijî aqilan e. Wezîra Xebatê Julide Sarieroglu diyar kir ku wan di lijneya şêwirê ya 3 alî de mijara kadroya taşeron axivîne û wiha got: "Brêz Wezîr diyar kir ku Serokomar ferman daye wan. Dema min xwest taslaka pêşnûmayê ji mere jî bişîne wezîr got "Piştî taslak ji komîsyona meclîsê re hat şandin em dê vê taslak bi were parvekirin."    DÊ ENCAMÊ TALÛKE BI XWE RE BÎNE   Beko, destnîşan kir ku ger bi ezmûnan kadro bide karkerên xebatkar dê talûkeyan bi xwe re bîne û wiha got: “Karkerê taşeron yê torpîla wî tune be nikare bibe kadro. Ev di lêpirsîna ewlehiyê de jî wisa ye. Wê demê yê bixwazin dê bikin kadro û yên nexwazin nakin kadro. Qeyûm tayînî 83 şaredariyan kiriye. Zêdeyî 2 hezar karkerên van şaredariyan ji kar dûr xistine. Karkerên ji kar hatin avêtin hêj sedema wan ne diyar e. Karkerên ji kar hatin dûrxistin saziyek ku serî lê bidin û mafê xwe biparêzin tune ye. Yên bi KHK'ê hatin dûrxistin dê derdê xwe ji kêre bêjin. Bi ezmûn û lêpirsîna ewlehiyê ya karkerên taşeron dê bi hezaran karker bê kar bimînin. Ger ku sererokên Konfederasyonan jî dawet kiribûna û me bi hevre niqaş kiribûya dê baştir bûya. Niha çapemenî, karker û cemawerî dipirsin. Lê mixabin Konfedarasyon nikare agahiyên zelal bide. Serokwezîr Binali Yildirim  jî soza kadro da. lê meh derbas bûn bername nexistin meriyetê. Niha li pêş me hilbijartina 2019’an heye. Ez hevî dikim ku vê pergalê nexin qurbana hilbijartinê. Ez difikirim ku AKP bi îhtîmala kadrobûnê tev digere."    MA / Muhammed Dogru – Metin Yoksu