Ji HDP û CHP’ê şerh: Ev butçeya şer e 2017-12-09 09:47:50 ENQERE - Hefteya bê dê hevdîtinên Lijneya Giştî dest pê bike, HDP'ê li hember pêşnûmaya Butçeya Navendî ya 2018'an şerh danî û pêşnûme wekî "Butçeya şer ya giraniya wê ewlehî û parastin" pênase kir, CHP'ê jî wekî "Butçeya rantê" pênase kir. Dê hefteya pêş hevdîtinên li Lijneya Giştî ya Meclisê dest pê bike, rexneyên partiyên muxalefetê yên der barê hevdîtinên Butçeya Navendî ya 2018'an ketin rapora butçeyê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), şerha muxalefetê ya 205 rûpelî amade kir û pêşnûme wekî "butçeya şer a giraniya wê hewlehî û parastin" pênase kir. Di şerha CHP'ê de jî hat gotin ku di 16 salên hikumeta AKP'ê de, pêşnûmeya ku anîne meclisê, ya "Herî bê wijdan û bê edalet e." Muxalefetê da zanîn ku AKP li welat OHAL'ê, li derve jî amadekariya şer dike û piştrast kir ku ji vê tabloyê wêdetir tiştek tune.   'HER KU DIÇE BUTÇEYA EWLEHIYÊ ZÊDE DIBE'    Di şerhê de tespîta "Butçeya şer" tê kirin û di vê der barê de ev tişt tê gotin: "Dewletê ji bo parastin û ewlehiyê hin parên ku veqetandiye, di bin hin beşan de bi zelalî nehatibe diyarkirin û ji Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî, Sekreteriya Gişti ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî, Wezareta Parastina Neteweyî, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Miduryeta Giştî ya Emyetê, Fermandariya Ewlehiya Pêravan û Musteşariya Ewlehî û Sererastkirina Cemaweriyê re, ji butçeyê par hatiye veqetandin. Di sala 2017'an de li ser 64 miyarî re bû, di sala 2018'an de dê ji 84,5 milyarî zêdetir be. Ev 20 milyarê hatiye zêdekirin, ji para ku ji bo perwerde û tenduristiyê re hatiye veqetandin zêdetir e. Her ku diçe butçeya parastin û ewlehiyê zêde dibe. Bi milyar dolaran ji Rûsyayê S-400 hatin xwestin. Siyaseta ku AKP li hundur dimeşîne, di siyaseta derve de xirabtir dibe.   Di şerha muxalefetê de tê gotin ku ji sala 2016'an vir ve, her ku diçe vebûna di butçeyê de zêde dibe û deynê cemaweriyê zêde dibe, ev jî di serî de bandorê li ser faîz û enflasyonê dike.   'DIVÊ BUTÇE BI GEL RE BÊ KIRIN'   HDP'ê der barê şêweyê sererastkirina butçeyê de jî rexne kirin û wiha got: "Divê butçey ji bingeha civakê, meclisên taxan, meclisên gel, meclisên kargehan, yanî ji civak û hemû rêxistinên civakî re bê amadekirin. Modelên vê hene. Ji vê re butçeya hevbeş, butçeya demokrasiyê an jî butçeya gel dikare bê gotin. Dema ev bê kirin dê qala butçeyeke rast bê kirin. Heke li ser modeleke wiha li hev bikin, dê pêşî li zêdebûna dolar, enflasyon û bê kariyê bê girtin. Di vê rewşê de 760 milyar lîra pere hatiye xerçkirin, sedî 90'ê civakê agahiya wan ji vê yekê tune."   Partiya Gel a Komarê (CHP) jî 106 rûpel şerha muxalefetê amade kir û da zanîn ku butçeya aboriyê ya 2018'an dê pêşî li aramiya aboriyê û hilberînê venekee û ev ne butçeyeke ku bikeve jiyanê ye.   CHP: EV BUTÇEYA RANTÊ YE   CHP'ê aşkera kir ku ev butçeya bi xwe re polîtîkaya rantê tîne û ev nirxandin kir: "Desthilatdarî tecrîha butçeya 2018'an careke din di warê sermayeya rantê de bi kar anî. Di serî de mafê kedkaran, yê hemû civakê hat xwarin. Ev butçeya partiya dewletê ye."   MHP'ê jî di metna şerhê ya amade kir de, piştgirî da polîtîkaya aboriyê ya hikumetê. MHP'ê da zanîn ku ji bo sala 2019'an amadekariyek girîng tê kirin.   MA / Hayrî Demîr