Bi hezaran ji Bakirkoyê bang kirin: Em jiyaneke mirovanê dixwazin 2019-12-08 16:15:13 STENBOL - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê, li Qada Bakırkoyê, bi şîara “Em Jiyaneke Mirovane Dixwazin” mîtîng li dar xist û bi hezaran kes beşdar bûn.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên li Stenbolê, li qada Bazarê ya Bakirkoyê, bi şîara “Em Jiyaneke Mirovane Dixwazin” mîtîng li dar xist û bi hezaran kes beşdar bûn. Endam û rêveberên DÎSK, KESK, TTB, Tum-Emekdar-Sen, Komelya Piştevaniya Karkeran a Navneteweyî, TMMOB, Malên Gel, Partiya Karkerên Şoreşger (DÎP), Partiya Kedê (EMEP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterên HDP û CHP’ê, gelek saziyên jinan û bihezaran kes bi heman daxwazê beşdarî mîtingê bûn.    Polîsan qada mîtîngê kirin dorpêçê û kesên beşdarî mîtîngê bûn, di 3 cihên lêgerînê yên cuda re bas bûn.     BI HEZARAN KES JI BO DAXWAZÊN XWE HERIKÎN QADA MÎTÎNGÊ’   Komên ku li Îstasyona Metro ya Bakirkoyê û Îstasyona Metrobus a Bakirkoyê kom bûn, ber bi qada mîtîngê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de, pankarta û dowîzên “Em ê teslîmê xizantî û feqirtiyê nebin”, “Karê bi ewlehî û jiyana bi ewle”, “Ji bo gel butçe, Tirkiyeya demokrayîk” û “em ê  li dijî krîzê bi hevre têbikoşin”, “Ne ji bo şer, ji bo perwerdê butçe”, “Bila cînayetên kar bi dawî bibin”, “Ji bo EYT’an qanûnê derbixin” û “Em Tirkiyeyek bêkedxwarî, bêqesir, bêqeyûm, azad û wekhev dixwazin” hatin vekirin.  Di meşê de tim dirûşmeyên “Ne ji bo şer, ji bo perwerdê butçe”, “Em jiyaneke mirovane dixwazin”, “Girtiyên siyasî rûmet me ne”, “Ji tecrîdê re êdî bese” û “Bila polîtîkayên qeyûm bidawî bibin” hatin berzkirin.   QEYÛM ŞERMEZAR KIRIN   Balkêş bû ku herî zêde jin û ciwan beşdarî kortejan bibûn. Bi sedan jin rûyên xwe boyax dan û bal kişandin ser cînayên jinan. Jinan di kortajê de li ber dahol û zirnê guvend gerandin. Di korteja HDP’ê de, pankartên li dijî tayînkirina qeyûman û polîtîkayên şer hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin.    Ciwanê bi navê Sabrî Işik ê di kortejê de, dema xwest derbasî qadê bibe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.  Bi hezaran kesên ku ketin qada mîtîngê, li ber stranan guvend gerandin.