Altinors: Tirkiye di krîza 2001'an de ye 2017-12-05 10:24:25 ENQERE - Bi kûrbûna krîza aborî re, Serokomar Erdogan jî aşkera kir ku sermayedar ji welat direvin. Aborîzanê HDP'î Alp Altinors diyar kir ku Tirkiye di krîza sala 2001'an de ye. Di her warî ve tê dîtin ku Tirkiye di krîzeke aborî de ye û kes êdî nikare vê veşêre. Dolar xwe gihand sînorê 4 TL'yî. Li gorî daneyên dawî yên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), eflasyona salane derketiye ser sedî 12'an. Bê karî zêde dibe, vebûna di bazirganiya derve û vebûna carî her ku diçe kûr dibe.   SERMAYE DIXWAZE BIREVE   Piştî hilbişartina 7'ê Hezîranê di bin navê "aramiyê" de şerek li ser Tirkiyeyê hat ferzkirin. Navê desthilatdariya siyasî bû OHAL, aramiya aborî jî bû krîz û rewşek wiha derket holê. Her wiha wer dixwiyê ku dê ev her ku biçe kûrtir bibe û sinyalên vê xwe didin der. Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawî de aşkera kir ku sermeye li Tirkiyeyê direve û wiha got: "Ez hin agahiyan digirim, hin sinyal hene ku karmend dewlemendiyên xwe dibin derveyê welat. Ez li vir bang dikin, ez berî bangî qabîneya me dikim, bila bi tu awayî destûrê nedin ev derkevin. Ji ber ku ev îxanet-î vataniyeyî ye. Kesên li vir qezenc bikin û ji vir bibin derveyê welat, dê di nezera me de baş neyên dîtin."   ERDOGAN ÇIMA PAŞVE GAV AVÊT   Piştî sermayedar û derûdorên kar bertek dan nîşan, Erdogan gotinê xwe guhert û got ku "Tirkiye piyaseya serbest a aboriyê ye, min transfera pere ya di wateya razemeniyê de nekir." Lê ji xwe bang hatibû kirin û her kesî peyama xwe girtibû. Bandora bûyerên "Pereyên ku şandin Girava Manê" jî li ser gotinên Erdogan kiribû.   ‘ANKETÊN ÎSAL KIRÎZ DA NÎŞAN’   Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Aborîzan Alp Altinors, aboriya Tirkiyeyê wekî "rûxandin û şertên krîzê" pênase kir. Altinors, destnîşan kir ku desthilatdrî di nav hewldaneke mezin de ye ku krîzê li demê belav bike û piştrast kir ku Tirkiye ji sala 2013'an heta niha di nav krîzê de ye û wiha got: "Heta zincîra bazirganiyê neqete, di lîteratora aboriyê de ji vê ra navêjin krîz." Altinors diyar kir ku civak di ferqa vê de ye û di anketên salekê de "Pirsgirêka bingehîn aborî ye" derdikeve pêş û wiha pê de çû: "Sala çûyî anketên di vê der barê de dihatin kirin, herî zêde şidet, pevçûn, derbe derdiket pêş, îsal krîza aborî deket holê." Altinors da zanîn ku mijara bêkariyê jî gelekî girîng e û bi taybetî bal kişand ser ciwanên bê kar û piştrast kir ku ev dê bi xwe re teqîneke civakî derxe holê.   DOLAR BANDORÊ LI SER ÇI DIKE   Altinors destnîşan kir ku bi zêdebûna dolar re, di aboriyê de xirabî derdikeve holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye hemû berhemên xwe yên qût ji derve îthal dike. Bi xwezayî debara mirovan buha dibe. Berhemên navborî yên sanayiyê ji derve tên. Dema dolar zêde dibe deynên şirketên sanayî zêde dibe û ev jî bê kariyê derdixe holê. Dema dolar zêde dibe nediyariya di aboriyê de zêde dibe û razemeniyên ji derve tên jî radiweste û di warê dîtinbarî de aborî negatîf tê dîtin."   ‘AKP PARTIYA JI SEDÎ 1’Ê YE'   Altinors, destnîşan kir ku beşek ji buhabûna pereyên biyanî yên li dijî pereyên Tirkiye nakevin bin bandorê heye û wiha got: "Ji sedî 1 beşa civakê yên ji zêdebûna pereyên biyanî bi bandor nabin heye. Dema buhayê Dolaran li hemberî tl zêde dibe karê van kesan baştir dibe. Vana kesên ku bacê direvînin û diziyê dikin. Yên bi bihiyta bacê dijîn. AKP nûnerê van kesan e. Dibêjin AKP partiya ji sedî 50’î ye. Na ne rast e. AKP partiya ji seadî 1'ê ye. Partiya dewlemendên ku diziya bacê dikin. Yên bacê/vergiyê nadin e. Rêveberiya AKP'ê jî di nava vê qada i sedî 1’ê de cih digire. Yên di nava AKP'ê de rêveberî kiribûn û dewlemend nebûbin tune ye. Mînaka vê yekê Grava Manê ye. Bang li welatiyan dikin ku dolarê xwe xerç bikin. Yên 100 dolarê wan hebe jî zerar hebe jî dîsa dolaran difiroşin. Piştre belgeyên Malta derketin holê.    ‘FAÎZ Û DOLAR NIQAŞÊN NAVXWEYÎ YÊN  AKP’Ê NE'   Altinors, anî ziman ku niqaşên “faîz û dovizan" di navbera ji sedî 1’an de ye û wiha got: “Astengiya li pêş koma Qesrê û kesên der û dora wan faiz e. Sermayeya Stenbolê û koma TUSİAD'ê bêtir pîşesaz in. Astengiya herî mezin ya li pêş vê yekê zêdebûna dolaran e.    CIVAK DÊ LI OHAL'Ê GUHDAR NEKE   Altinors, destnîşan kir ku di bin hemû krîzan de aborî heye û ger krîza aborî zêde bibe li OHAL'ê guhdar nake û dê OHAL'ê ser û bin bike û wiha got: "Ger ku di qada aborî de krîz wisa bidome dê civak li OHAL’ê guhdar nekin. Di referandumê de jî tevî hemû astengiyan ji sedî 50 yê civakê ji AKP’ê re got "Na".    Altinors, anî ziman ku mijarên doza Zerrab û Grava Man'ê jî dê zede bandorê li ser aboriya civakê û Tirkiye bikin û xwest kes zêde li dijî vê yekê nekeve bê heviyê û vê yekê rê li pêş têkoşîna mezin ya azadiyê vekir.    MA / Kenan Kirkaya