Kesên ji bo hîbeyên Ewropayê serî lê didin, bi lêprisîna 'ewlehiyê' re rû bi rû dimînin 2017-12-05 09:18:15 AMED - TKDK ku ji bo pêşketina çandiniyî û belavkirina fonên YE'yê hat avakirin, piştî OHAL'ê dest bi lêpirsînên "ewlehiyê" kir. Derket holê ku ji bo kesên der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin hîbe û kredî nayên dayîn.  Desteya Destekkirina Pêşvebirina Çandiniyê (TKDK) di 4'ê Gulana 2007'an de hat avakirin, lê belê ji roja ku hatiye avakirin heta niha cara ewil e ku kesên serî lê didin bi lêpirsînkirina lêpirsîna "ewlehiyê" re rû bi rû dimînin. Derket holê kredî û hîbe ji bo kesên ku der barê wan de biryarên teqezkirî yên dadgehê tune ne, tenê der barê wan de lêpirsîn hene jî nayên dayîn. Bêyî ku sererastkirineke qanûnî hebe TKDK lêpirsînê dike. TKDK piştî OHAL'ê dest bi vê sepandina navborî kiriye.    Li gor agahiyên rayedarên TKDK a Amedê ku ji bo pêşvebirina di warê çandiniyê de di çarçoveya qanûnên Yekîtiya Ewropayê (YE) de hatiye avakirin; ev saleke kesên ji bo hîbeyê serî li saziyê didin, agahiyên wan ên nasnameyî ji muduriyetên polîsan re tên şandin. Di encam lêkolînan de der barê kesan de bi tawanbariyê rêxistinî lêpirsîn jî hebin hîbe nayên dayîn. Piştî lêpirsîna li muduriyetên polîsan vê carê agahî ji Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê re tên şandin. Wezaret jî vê carê agahiyan berpêşî Wezareta Karên Navxweyî dike, ka rewşa serdêr guncan e yan na.    Bêyî ku qanûnek hebe TKDK bi awayekî derqanûnî vê yekê dike û berê jî ji ber jêderên ku YE û saziyên navnetewî dişînin nadin derdorên muxalif hatibû hişyarkirin. Piştî ku derketibû holê hîbeyên di warê çandiniyê de ji bo derdorên nêzî hikûmetê tên dayîn, YE Tirkiyeyê hişyar kiribû diyar kiribû heke wisa dewam bike ew ê fonan bibirin.    MA / Rifat Şahin