Aborîzan Muftuoglû: AKP jî berî bibe îktîdar gelek caran bi IMF'ê re hevdîtin kiribûn 2019-09-25 09:06:15 STENBOL – Aborîzan Ozgur Muftuoglû, bilêv kir ku hevdîtina rayedarên CHP û Partiya ÎYÎ'yê ya bi IMF'ê re, sirf ji bo rojev biguhere hatiye tê nîqaşkirinû got, AKP jî berî bibe îktîdar çend caran hevdîtin bi IMF'ê re çê kiribûn.    Berdevkê CHP'ê Faîk Oztrak û Dûrmûş Yilmazê ji Partiya ÎYÎ'yê çend roj berê li Stenbolê hevdîtin bi rayedarên Fona Pereyan a Navnetewî (IMF) re çê kirin. Aborîzan Ozgur Muftuoglû, hevdîtina pêk hat û rexneyên derbarê vê hevdîtinê de hatin kirin nirxandin.    POLÎTÎKAYA IMF'Ê    Muftuoglû, bilêv kir ku demek dirêj e ku AKP yekser peymanê bi IMF'ê re çê nake, lê belê bernameyên IMF'ê rasterast pêk tîne. Muftuoglû, anî ziman ku AKP van bernameyan bi awayekî tun pêk tîne û IMF, polîtîkayên xwe li tevahiya welatên ku endamên wê ne ferz dike. Muftuoglû, got: "Hikûmeta AKP'ê jî roja bû îktîdar polîtîkayên IMF pêk anî. Paşê got, pêdiviya wê bi IMF'ê re tuneye. Bi vî awayî çarçoveyek ji xwe re çê kir. Bêyî IMF'ê sermayeya navnetewî ber bi welat ve kişand. Lê gava em li polîtîkayên îktîdarê dinerin, em dibînin ku polîtîkayên pêk tîne ên IMF'ê ne. Heta ji wan hişktir in."    ‘BERNAMEYEKE WAN Î ALTERNATÎF HEYE?'    Muftuoglû, anî ziman ku îktîdar polîtîkayên xwe bi rejîma Rewş aAwarte bi awayekît und pêk tîne û got: "Dibe hevdîtin çê kiribin, lê gava çi CHP çi jî Partiya ÎYÎ'yê bibin îktîdar ji xeynî bernameyên IMF'ê alternatîfek wan heye ku bidin ber gelên Tirkiyeyê? Di vî warî de, êrîşên apemeniya AKP'ê neheqî ye. Lê li hêla din; gelo alternatîfeke van partiyan heye? Yanî piştî AKP'ê ew talibê îktîdarê ne? Eger talib bin, wê çi bidin ber gel? Wê polîtîkayên IMF'ê bidin û gelên Tirkiyeyê mehkûm bikin? Divê rayedarên van partiyan bersiva vê yekê bidin."    ‘AKP LI PEY ÇÎ YE?'    Muftuoglû, gotinên Faîk Oztrak ku gotibû "Rayedarên IMF, li ser daweta Wezareta Xezîne û Maliyeyê hatine" bi bîr xist û got: "Eger ev mêvanên hikûmetê bin, nexwe tişta dibê mirov bide ber pirsan ew e ku beriya van partiyan AKP di nav têkiliyeke çawa de ye? Bi pêkanînên anîtdemokratîk û bernameyên pêk tên, Tirkiye li qada navnetewî bêîtibar dibe. Tê zanîn ku dîsa muhtacî IMF bûye. Îjar ji bo bi IMF'ê re rûnê û ji bo devê van partiyan bigire û pêşî li ber rexneyan bigire, dibe ku mîzanseneke wiha hatibe kirin. Ev jî pir zelal e, dibe ku AKP û Partiya ÎYÎ tifaqekê çê bikin. Dibe hin tifaqên cuda jî çê bibin."    JI BO ROJEVÊ BIGUHERÎNIN    Muftuoglû anî ziman ku AKP'ê jî, berî bibe îktîdar çnd caran hevdîtin bi IMF'ê re çê kiribû û got: "Berê partiyên din jî ev yek dikirin. Yanî bi tiştekî wiha reşkirina hin derdoran ne tiştekî xweş e. Ji hevdîtinê wêdetir, divê em bibêjin gelo bernameya aborî ya van partiyan çi ye? Bi rastî jî wê bi kêrî civakê bê? Nîqaşên ji xeynî vê ji bo guherandina rojevê ye."    MA / Ferhat Çelik