Stenbolî: Sedema krîzê neçareserkirina pirsgirêka kurd e 2019-09-25 09:04:15 STENBOL - Stenboliyan, destnîşan kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên "ewlehîparêz" ên hikûmetê ne. Welatiyan diyar kir ku sedema gelek pirsgirêkan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e û gotin: "Tenê ne kurd, divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere."  Stenboliyan, bal kişand ser krîza aborî û destnîşan kirin ku êdî nikarin debara xwe bikin. Welatiyan bilêv kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, polîtîkayên "ewlehîparêz", bûye sedema betalî, krîza aborî û gelek pirsgirêkên din.    Dayika sê zarokan Hanîfe Çerî, bilêv kir ku nikare debara xwe bike. Çerî, zarokên xwe yên li derve pêxwas dilîzin îşaret kir û got: "Zivistan hat. Pere tune ku qazaxekî jî ji zarokên xwe re bikirim. Her roj çavê min li têfikek xwarin a cînara ye. Çimkî tifikek xwarin jî li mala min tune ye. Muhtacî cînarên xwe me." Her wiha Çerî, diyar kir ku ew gava din ji ber deriyê saziya alîkariyê ya civakî hatiye û got: "Ji min re dibêjin, 'em nikarin alîyê te bikin.' Çima? Çimkî xwarin, vexwarin. Ji feqîr û belengazan re tiştek nehiştin. Îjar ez ê bi tena serê xwe çawa her sê zarokan xwedî bikim. Em perîşan bûne." Çerî, got, sedema krîza aborî polîtîkayên îktîdarê ne.    ‘BILA LI HALÊ GEL BINERIN'    Kamîl Karakoçak ku karê boyaxê dike, destnîşan kir ku ne mimkun e ku malbatek debara xwe bi meaşê kêmtirîn bike û got: "Li Stenbolê ne bi meaşê kêmtirîn, mirov nikare bi 6 hezar lîreyî jî debara xwe bike. Kirêya herî erzan hezar û 200 lîre ye. Fatûre 400 lîre tên. Îjar ê mirov bi 400 heyî çi bike?" Karakoçak, anî ziman ku eger dixwazin ji halê gel fêm bikin bila werin bibînin ka gel çi dikire.    Ahmet Aktaş (57) ku ji bo kar ji Sêrtê hatiye Stenbolê, got: "Karê seyyar dikim. Jiyan pir zehmet bûye. Her diçe xirabtir dibe. Pere bi kesî re nemaye, loma em jî nikarin tiştekî jî bifiroşin."    ‘SEDEMA SEREKE YA KRÎZÊ LI BER ÇAVA YE'    Ahmet Yenîgun ku 25 sal berê hatiye Stenbolê û bi salan e esnaftiyê dike, anî ziman ku cara ewil e krîzeke wiha dibîne. Yenîgun, bilêv kir ku berê li atolyeya wî ay xeratiyê 4 kes dixebitîn lê belê ji ber krîza aborî mecbûr maye 3 kesan derxîne. Yenîgun, anî ziman ku sedema sereke ya krîzê polîtîkayên ewlehîparêz e û got: "Hingî tanq, top û teyaran kirîn Tirkiye heta qirikê xistin bin deynan. Sedema sereke ya krîzê li ber çava ye. Li Tirkiyeyê krîza aborî jî di nav de, sedema gelek pirsgsirêkan neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Loma tenê ne kurd, divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere."    MA / Bariş Ceyhan – Naci Kaya