Rehetî ji Seyarfiroşan re tune 2019-07-30 09:05:31   MÊRSÎN – Li Mêrsînê welatiyên ji bo debarê bikin seyarfiroşiyê dikin, bi zabitayên şaredariyê re di nava sergêşî û serêşê de ne. Zabita destûr nadin ku seyarfiroş karê xwe bikin û wan asteng dikin. Seyarfiroşan diyar kirin ku ne ji neçarî be vî karî nakin û wiha gotin: "Kar tune em betal in. Ji bo em debara xwe bikin em ji neçarî vî karî dikin."    Welatiyên ku li Navçeya Akdenîza Mêrsinê ji bo debarê bikin karê seyarfiroşiyê dikin ji ber zabitayên şaredariyê serê wan di belayê de ne. Welatiyên li nêzî Bazara Herêma 3'emîn seyarfiroşiyê dikin, rastî zextên esnafên bazarê û zabitayên Şaredariya AKP'î ya Akdeniz u şaredariya MHP’ê ya Toroslarê tên. Seyarfiroşan diyar kirin ku ew ji bo derbarê vî karî dikin û ker vî karî nekin wê nikaribin debara malbatê bikin. Seyarfiroşan xwest rayedar çareseriyê ji betaliyê re bibînin.    'EZ NEÇAR IM VÎ KARÎ BIKIN WEKÎ DIN KAR TUNE'   Welatiyê 51 salî Hudaverdi Akdogan ku berhemê hildiberîne li bazaran difroşe berta xwe ya li dijî zabiteyan anî ziman û wiha got: "Ez nêzî 100 metre dezgehê xwe li dûrî bazarê datînim. Dîsa tên mudaxale dikin û destûr nadin ku ez li vir malê xwe bifroşim. Em seyarfroş ji bo debarê vî karî dikin. Em neçarin seyarfroşiyê bikin. Em vî karî nekin wekî din karê em bikin tune ye. Em mecbûrî vî karî dikin. Me îmze kom kirin û xwest şaredarî vê pirsgirêkê çareser bike. Lê deriyê xwe jî li me venekirin. Nexwestin bi me re hevdîtin bikin. Me bi polîs û zabitayan tehdît dikin. Wekî din tu çavkaniyên me yên debarê tune ye. Ez neçar im vî karî bikim. Bi taybetî şaredariya Toroslarê mudaxaleyî me dike û destûr nade  em karê xwe bikin."  Akdogan, xwest esnafên bazarê ji êdî wan wek bazarvan bibînin û xwest şaredarî ciheki ji wan re diyar bikin û li wir bifroşin.    'EZ TEWAWÎT IM, LÊ 60 TL DISTÎNIM'   Welatiyê 61 salî Mehmet Denizlî jî anî ziman ku zabite cezayê pereyan li wan dibire û wiha got: "Zabite naxwazin em seyarfiroşiyê bikin. Dibêjin 'Hûn dikevin ber nanê bazarvanan' Bila cihekî ji mere diyar bikin em biçin li wir bifiroşin. Ez vî karî nekim nikarim zarokan mezin bikim. Ez texawît bûme, lê ez 60 TL distînim. 28 salin ez li nêzî bazarê seyarfioşiyê dikim. Bila werin ji bo heqê bazarê 3- 5 lira ji me bistînin em bidin. Lê bila destûrê bidin me. Bila çareseriyekê bibînin."    MA / Ergin Çaglar