Şaredariya MHP'ê 187 karker ji kar derxistin 2019-07-23 19:51:52   ÎZMÎR - Şaredariya MHP’ê ya Navçeya Alîaga ya Îzmirê îro 8 karkerên din jî ji kar derxistin. Ji hilbijartina 31'ê Adarê heta niha bi giştî 187 karker ji kar derxistin.    Şaredariya MHP'ê ya navçeya Alîaga ya Îzmirê piştî di 31'ê Adarê de hat ser kar dest bi dûrxistina karkeran kir. Şaredariya Alîaga piştî ket destê MHP’ê heta niha 187 karker ji kar derxistin. Şaredariyê Îro jî 8 karkerên din derxistin. Karkerên ku şaredariyê dawî li karê wan anîn îro li pêş avahiya şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê û helwesta şaredariyê şermezar kir. Sekreterê Şaxa DÎSK'ê ya Îzmirê Deniz Şahin Gumuştekin, diyar kir ku piştî di 31'ê Adarê de Serkan Acar cara duyemîn bû serokê şaredariyê deynê şaredariyê ji sedî 700 zêde kir û ji 35 milyonan derxist 250 milyonî. Ji hilbijartinê heta niha 187 karker ji kar dûr xistin. Berxwedana me ya li dijî zextan wê bidome.