Armanc; hilberîna bi milyonan kulîlk in 2019-07-02 09:34:03 AMED – Midura Şaxa Şitildankan Gulluzar Guneş diyar kir ku  armanca wan ew e ku hîlberîna bi milyonan kulîlkan bikin.   Şaxa Muduriyeta Şitildankan a Giredayî Serokatiya Gerînendatiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li qada şitildankê, di bin banê xwe de şitlên dar û kulîlkan hildiberîne û pê park, baxçe, refûj û peyarêkan dixemlîne.   ‘EM Ê KULÎLKAN LI HER DERÊ AMEDÊ BIÇÎNIN’   Midura Şaxa Şitildankan Gulluzar Guneş diyar kir ku vê havînê hilberîna 200 hezar Kadîfe, 100 hezar zînya, 40 hezar Petûnya, 10 hezar Vapûrdumani û 10 hezar Horozîbîgî kirine û wiha axivî: “Me qet ji derve kulîlkên demsalê nekirîn, em kulîlkan li Amedê hildiberînin. Hilberîna me li gorî salên derbasbûyî kêm e lê armanca me ew e ku weke berê hilberîna xwe zêde bikin. Di serî de kulîlkên havine kadîfe, zinya û petûnya gelek kulîlkên me yên heyî ne. Armanca me ew e ku hilberîna nêzî milyonek kulîlkan bikin û li her derên Amedê belav bikin û biçînin."   HEMÛ KULÎLK BERHEMA JINAN E   Guneş diyar kir ku li qada şitildankê hilberîna 8 hezar Selviyên Şîn, 8 hezar Çamên Îranê, 250 heb Dara Çinarê, 800 Leylak, hezar û 200 Gaura, 800 Biberiye, 500 Lavanta, hezar Daralînkên Emerîkayê, hezar Hanimelî, 600 Şimşir û 600 Ateş Dîkenî, 6 hezar û 500 heb Deviyan kirine û wiha got: “Ji çandina kulîlkan heta komkirina wan em bi 6 jinên karker re xebitîn.”