Prof. Dr. Acemoglu: Pirsgirêka aboriya Tirk kûr e 2019-06-28 15:03:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Hîndekarê Zanîngehê Massachusetts Institute of Technology Prof. Dr. Daron Acemoglu, têkildarî aboriya Tirkiye diyar kir ku aboriya Tirk pirsgirêkên kûr dijî û wiha got: "Ji bo çareseriyê pêdivî bi reformên radîqal heye."    Hîndekarê Zanîngehê Massachusetts Institute of Technology Prof. Dr. Daron Acemoglu, di Bloomberg HT de axivî û bal kişand ser pirsgirêkên aboriya Tirkiye. Acemoglu, diyar kir ku aboriya Tirk di 10 salên dawî de pirsgirêkên pir kûr dijî û wiha got: "Ev rawestîn bi hêsanî derbas nabe. Hem di mijara piyaseyê de hem jî di mijara bankavanî û deynan de pêdivî bi gavên radîkal heye. Pêdivî bi reformên radîkal heye. Êdî valahiya tesarûfê jî pirsgirêk e. Ji ber ku êdî pêdivî bi razemeniyên zêde û rast heye. Pirsgirêka aborî yên Tirkiye pir kûr in. Pirsgirêkên kûr hin jê demdirêj û hin jê dema navberê çareser dibin. Ji bo di demek kurd de ev pirsgirêk çareser bibin divê gav bên avêtin.  Divê hêza kar, razemeniyê bê zêdeikirin. Bi taybetî divê li qada perwerdehiyê razemenî bê kirin. Ji bo çaresiryê pêdivî bi reformên radîqal heye."