Ceryanê ji sedî 15 zem kirin 2019-06-28 14:02:07 ENQERE - Ji sedî 15 zem hat ser ceryanê. Li gorî terîfeya nû ji bo 100 kWh ceryan dê 62 TL bê razandin. Beriya niha zem hatibû ser motorîn, çay û şeker jî. Lijneya Sererastkirina Piyasa Enerjiyê (EPDK) di civîna ku duh li dar xistibû de, têkildarî bihayê ceryanê biryarên ku hem bi milyonan aboneyên ceryanê hem jî Şîrketa Anonîm a Hilberandina Ceryanê (EUAŞ) ya dewletê eleqedar dike da. Lîjneyê ragihand ku ceryanê ji sedî 15 zem kiriye û zem dê ji 1'ê Tîrmehê şûn de derbasdar be. Li gorî terîfeya nû ya lîjneyê ji bo 100 kWh ceryan dê 62 TL bê razandin. Piştî hilbijartina Stenbolê beriya çend rojan çay ji sedî 15 û şekir jî ji sedî 16 zem kiribûn û 23 quriş anibûn ser motorînê jî. Ji 30'ê Hezîranê şûn de ji ber bidawîbûnê dema daketina OTV'ê dê bihayê mobîlyo û têkberên spî jî zêde bibin.