Veguhêzkaran jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt 2019-06-02 09:07:33   WAN-  Veguhêzkeran diyar kirin ku ji ber bihabûna sotemeniyê, nikarin bixebitin. Veguhêzkaran destnîşan kir ku ev yek ji ber polîtîkayên hikûmetê ye.    Veguhêzkaran jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Veguhêzkaran, bilêv kir ku ji ber bihabûna mazot û benzînê nikarin biexbitin.    Fevzî Bargîn ku li Wanê veguhêzkariyê dike, got: "Ji sibehê heta êvarî du caran bar bi destê me nakeve. Ev ji ber krîza aborî ye. Berê jî krîzên aborî hebûn, lê tesîra wê ne ev qasî bû. Em veguhêzkar êdî nikarin ji bo kamyonên xwe sotemeniyê bikirin. Êdî kar tune ye. Rewşa me esnafan qet nebaş e. Ji bo ev mesele bê çareserkirin kes bi berpirsiyarî tev nagere. Divê kar û barê her kesî hebe da kes muhtacî kesî nebe. Em ji bo alvêrê derdiekvin lê destvala vedigerin malê. Ji ber krîza aborî em nikarin debara malbata xwe bikin."    'ÎSAL PIR XIRAB E'    Bavê 4 zarokan Selîm Bîlal jî diyar kir ku ji ber bihabûna mazot û benzînê ew nikarin tiştekî bikin û got: "Tu salê wek niha zor derbas nebibû. Êdî kar tune ye. Her diçe betalî zêdetir dibe. Êdî em nikarin heqê bandrol û sîgorteya wesayîtên xwe jî bidin. Gelo hikûmet hay ji vê yekê heye? Ji xwe diprisin 'Gelê min birçî ye, nikare debara xwe bike.' Divê êdî ev mesele bê çareserkirin. Ma wê heta kuderê wisa dewam bike."                                                                                                                                     'EM JI HIKÛMETÊ NERAZÎ NE'    Veguhêzkar Lutfu Hamak jî destnîşan kir ku du sal in rewşa karê wan qet nebaş e. Hamak, anî ziman ku berê karê wan baş bû û biaram bûn. Hamak, got: "Êdî ne wek berê ye. Êdî em nikarin texsîtên wesayîtên xwe, bacên xwe bidin. Em ji sibehê heta êvarî li vira rûniştîne. Her roj mazot û benzîn biha dibe. Her ku sotemenî biha dibe kar jî kêm dibe. Her sal hilbijartinek pêk tê û her ku hilbijartin pêk tên aborî xirabtir dibe. Ev yek ji ber polîtîkayên çewt ên hikûmetê wisa ye. Rayedarên hikûmetê tenê ji bo qoltixa xwe tev digerin. Jixwe em ne di xema kesî de ne. Zewicandî me, zarokên min hene lê nikarin xwestekên wan bi cih bînim. Em ji polîtîkayên hikûmeta heyî nerazî ne."