‘Ji bo em bêjin êdî bes e, em hatin gel hev’ 2019-05-01 16:00:39 ENQERE – Di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Enqereyê de endama DÎSK’ê Nermîn Yurtaş metna hevpar xwend û got: “Ji bo em ji krîza aborî ya AKP’ê re bêjin êdî bes e, em hatine gel hev.”  KESK, DÎSK, TMMBO, Odeya Bijîşkan a Enqereyê û gellek saziyên civakî yên sivîl mitînga 1’ê Gulanê li Meydana Tandogana Enqereyê li dar xistin. Nûnerên partiyên siyasî yên wek HDP, CHP, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, aktîvîstên jin û parlamenterên HDP’ê û CHP’ê beşdarî mitîngê bûn.    ‘EM LI DIJÎ TECRÎDA CIVAKÎ LI QADA NE’    Girseyê bal kişand ser grevên birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. HDK jî bi pankarta “Em li dijî mêtingeriya kedê û tecrîda civakî li qada ne” beşdarî mitîngê bû. Wêneyên Leyla Guven, Selma Irmak û Nasir Yagiz ên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de hatin hildan. Jinên bi laçikên xwe yên spî beşdarî mitîngê bûn bal kişandin ser grevên birçîbûnê û dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin.    Gellek rêxistin û sazî bi pankart û rengên xwe di mitîngê de cih girtin û dirûşm berz kirin.    ‘JI BO EM BÊJIN ÊDÎ BES E EM LI BA HEV IN’    Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kire û Endama DÎSK’ê Nermîn Yurtaş li ser navê mitîngê metna hevpar xwend û krîzên aborî yên li welat pêk tên bi bîr xist û got: “AKP her car bedela krîza aborî dixwaze bi kedkar û karkeran bide razandin. Ji bo em ji krîza aborî û felaketa AKP’ê re bêjin ‘êdî bes e’ em hatine gel hev. Dixwazin bi pakêt û plansaziyên nû ked û mafên kedkar û karkeran bixwin.”    Yurtaş daxwazên karker û kedkaran rêz kir û yek bi yek xwend.