Li Wanê, 1’ê Gulanê dê li Parka Mûsa Anter bê pîrozkirin 2019-04-27 14:25:42   WAN – Endamên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB ên li Wanê, dê 1’ê Gulanê Roja Cejana Karkeran li Parka Mûsa Anter pîroz bikin û ji bo beşdarbûna mîtîngê bang li gel kir.    Şaxa Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Senîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK),  Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrg û Sekreterya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) a Wanê, civînek hevpar li dar xistin û ji bo mîtînga 1’ê Gulanê ya li Parka Mûsa Anter pêk bînin banga tevlîbûnê kirin. Civîn li avahiya KESK’ê hat lidarxsitin û li ser navê saziyan Yûsûf Haylaz daxuyanî xwend.   ‘JI BO DEMOKRASIYÊ EM DERKEVIN QADAN’   Haylaz, diyar kir ku dê bi karker, emekdar, jin, ciwan û xizanan re ji bo jiyan û xebatek mirovî dê di 1’ê Gulanê de bi herikin qadan. Haylaz, balkişand ser çalakiya greva birçîbûnê û ev bang kir: “Bi hezaran mirov bedena xwe ji birçîbûnê re razandin û daxwaza aştiyê dikin. Ji bo ku ev hevalên me bijîn, emê di 1’ê Gulanê de bi herikin qadan. Hemû çavkaniyên divê ji bo karker, emekdar û gel bên bikaranîn, ji bo şer xerc dikin. Li welatê me û herêma me, berdêla şer bi karker, kedkar û feqîran didin dayîn. Ji bo em ji şer re bêjin na û ji bo aştî û yekitiyê werin em di 1’ê Gulanê de li qadan kom bibin.”