Êdî kes nikare tuximê pîvazan jî bikire! 2019-04-26 09:12:25 WAN - Li Wanê bi hatina biharê re kesên dixwazin pîvazan deynin, tuxim bi destê wan nakeve. Par kîloya tuximê pîvazan bi 2,5 lîreyan bû, îsal bûye 25 lîre.    Li Wanê piştî hatina biharê welatiyên dixwazin pîvazan deynin, tuxim bi dest wan nakeve. Par kîloya tuxim bi 2,5 lîreyan bû, îsal bûye 25 lîre. Esnaf Erol Kûrt, bilêv kir ku 10 sal in tuximan difiroşe, lê belê ji ber îsal tuxim pir buha bûye kes nikare bikire.    Kûrt, anî ziman ku par 4 kîloyê tuxim bi 10 lîreyan difirot û got: "Lê niha kîlo bûye 25 lîre. Tuxim, buha bûye. Par min 2 ton tuximê pîvazan dianî, lê îsal tenê min 4 kîs anîne. Par mirovan dikirî, lê îsal nikarin bikirin. Berê mirovan 4-5 kîlo tuxim dikirî, lê niha ne bi kîloyan bi xiraman dikirin. Tên 250 xiramî dikirin."