Rewşa Bazara Sîpahiyê ne tu rewş e 2019-04-26 09:08:26 RIHA - Ji ber krîza aborî rewşa bazara dîrokî ya Sîpahiyê ne tu rewş e. Esnafê bazarê Necdet Şansal, diyar kir ku ji ber turîst nayên rewşa karê wan jî nebaş e. Şansal, anî ziman ku rewşa turîzmê jî bi gavên demokratîk pêkan e.    Li Rihayê, rewşa Bazara Sîpahiyê ji ber krîza aborî nebaş e. Esnafên çarşiyê bilêv kirin ku êdî turîst jî nayên çarşiyê, lê belê wexta di warê demokrasiyê de hin gav bên avêtin wê rewşa turîzmê baş bibe.    ÇARŞIYEKE 400 SALΠ   Li Rihayê Bazara Sîpahiyê nêzî 400 sal berê ji aliyê Waliyê Amedê Behram Paşa hatiye çêkirin. Wek bazara kilîmker û merşkeran tê naskirin. Li hêla çepê û rastê yên xanê 40 dikan hene. Xalî û merşên li gund û bajarên cînar tên çêkirin û amûrên destkariyê li vê bazarê tên firotin. Esnafê bazarê Nejdet Şansal, diyar kir ku di heman demê de ev bazar li Rihayê rengvedana çanda ahîtiyê ye jî û ew her sibeh bi duayan dikanên xwe vedikin. Şansal, got: "Yekîtiya esnafan hebû. Ev sazî ji aliyê ewliyayê bi navê Ahî Evren hatibû avakirin. Jixwe bi erebî ahî tê wateya bira. Di bazirganiyê de alîkarî û piştevaniyê esas digire. Li ser esasên helaliyê ye. Di felsefeya ahîtiyê de qezenca zêde nayê qebûlkirin. Rastiyê esas digire."    Şansal, anî ziman ku lê belê piştî pêşesazî pêş ket, qezenca zêde jî derket holê û got: "Serdema makîne û pîşesaziyê, jiyana kevn, çanda ahîtiyê jî bin pê kir."    GAVÊN DEMOKRATÎK    Her wiha Şansal, diyar kir ku êdî wek berê turîst nayên bajêr û got: "Tenê turîst ji ber rewşa aborî nayên, ji ber hin sedemên polîtîk û siyasî jî nayên. Divê îktîdara siyasî di warê demokrasiyê de hin gavan bavêje. Eger hin gav bên avêtin wê turîst bên bajarê me û welatê me."