‘Ji bo aştî û azadiyê em ê li dakevin qadên 1'ê Gulanê' 2019-04-13 09:15:16   ÎZMÎR - Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê û Serokê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê Memîş Sari, diyar kir ku dest bi amadekariyên cejna karker û kedkaran kirine û ew ê ji bo azadî û demokrasiyê dakevin qadan.    Li Îzmîrê ji niha ve amadekariyên ji bo 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran dest pê kir. Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê û Serokê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê Memîş Sari, diyar kir ku ji bo ew 1'ê Gulanê li Qada Gundogdûyê pîroz bikin, serî li Walîtiya Îzmîrê dane.    'EM Ê LI QADAN BIN'    Sari, bilêv kir ku wan dest bi amadekariya kiriye û ew ê ji bo mafê kadroyê, ji bo mafê teqawidbûyînê û ji bo azadî û demokrasiyê dakevin qadan. Sari, diyar kir ku ji sala 1929'an heta niha cara ewil e ew bi krîzeke wisa mezin re rû bi rû mane û got: "Piştî hilbijartina herêmî 1'ê Gulanê pir girîng e. Li welat niha krîza aborî û beka tê nîqaşkirin, lê em ê di 1'ê Gulanê de ji bo karê xwe, ji bo edalet, demokrasî û welat dakevin qadan. Ji bo karker û kedakr fatûreya vê krîzê nedin, em hewl didin ku bi girseyî dakevin qadan. Em ê tevî çîna karkeran û gelên xwe bi stranên biratî û aştiyê 1'ê Gulanê pîroz bikin."