Ji bo hilberhîna hêkan çiftlîka elokan ava kirin 2017-09-25 12:12:38 WAN - Li Gundê Kurubaşa Artemêtan, çar welatî bûn şirîk û ji bo hilberîna hêkên elokan çîftlîka elokan ava kirin.  4 welati 2 sal berê li Gundê Kurubaşa Navçeya Artemêtan bûn şirîk û çîftlîka elokan ava kirin. 4 şirîk îsal armanc dikin ku li çiftlîka elokan hilberîna hêkan bikin. Welatî hezar û 500 çêlikên elokan mezin dikin û di demsala zivistanê de difiroşin. 4 şirîk, îsal armanc dikin ku li gel mezinkirina çêlikên elokan, li çîftlîkê hilberina hêkan jî bikin. 4 şirîk li ser 70 dolim zevî bi pîrêkêtan goma elokan ava kirin û li vir dest bi xwedîkirina elokan kirin. Şirîkan hezar û 500 elokên ku ji Amedê kirîn vir xwedî kirin û di demsalên zivistanê de wan difiroşin. Şirîkê çiftlîkê Hasnü Ungur (52), anî ziman ku ger ji heqê vî karî derkevin dê di demên pêş de bi awayekî profesyonelî vî karî berdewam bikin. Ungur, da zanîn ku dixwazin kesên din jî tev li vî karî bikin û wiha got: "Piştî em bi ser ketin em dê kesên din jî bikin şirîkê xwe. Niha me Hezar û 500 çêlikê elokan stendtine. Em wan mezin dikin û zivistanî difiroşin. Em elokekî bi 80-120 TL difiroşin. Di milê firotinê de em pirsgirêk najîn."    'EM SELENYUM DIDIN WAN'   Urgun, anî ziman ku di xwedîkirina elokan de xwarina selenyum, vitamin û antibiyotik Selenyum didim elokan. Ev di axa me de pir dewlemend e. Ger ku ez vê xwarin nedim wan dê di wan de nexweşî çê bibe. Divê her kes ji bo hilberînê wêrek tev bigerin. Em li vir bi derfet û keda xwe hildiberinin û debara xwe dikin. Elok vê mehê 90 tl û mehek şûnde dê bigêje 100 tl. Her ku qelew dibin buhayê wan jî zêde dibin. Her yek 4-5 kilo heye. Em bi hevre li vir dixebitin û bi xwe debara xwe dikin."