Pembû êdî nayê firotin û rençber zerar dikin 2018-11-28 09:08:38   RIHA - Li Rihayê rençberên ku pembû diçînin, diyar kirin êdî ji ber fabrîqe pembûyên wan nagikirin, pembûyê wan nayê firotin û li malê xera dibe.    Li Tirkiye ji sedî 45 pembû li Rihayê tê çandin û komkirin. Di milê tekstîlê de piraniya çavkaniyê ta û dezî ji pembûyê Rihayê ye. Lê êdî ji ber ku fabrîkator û bazirganên bembû wekî berê pembû nakirin, hilberînerên pembû nikarin malê xwe bifiroşin û zerar dikin. Rençberên pembû ku li Çukobirlîkê kiloya wî herî kêm bi 2.80 qurişî û herî zêde bi 4.60 qurişî difiroşin, zerar dikin. Ji ber ku îsal fabrîqeyên ta û dazî yên tekstîlê wekî berê pembû nakirin, pembû di destê xwediyê xwe de ma û li malê dirize. Rençberên Rihayê diyar kirin ku ji bo malê xwe bifiroşin neçarin erzantir bifroşin. Pembûyê ku berê "Zêrê Sipî" dihat nasîn niha di nava zeviyan û depoyan de terkî rizandinê tê hiştin.    'EM BI ERZANÎ JÎ NIKARIN BIFIROŞIN'    Rençberê pembû Mehmet Aktaş ê li gundê Kulîçê pembû çandiye, diyar kirin ku hemû debara wan li ser pembû ye, lê îsal nikarin malê xwe bifiroşin. Aktaş, anî ziman ku îsal heviya wan zêde bû û bawer dikirin ku dê karekê ji pembû bikin lê hesabê malê û derve li hev derneket. Aktaş, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî êdî bazirgan nayên pembû ji wan nakirin. Em êdî bi erzanî jî nikarin bifiroşin û wiha got: "Em pembû ji zeviyan kom dikin û li depoyan radiwestînin. Ji ber ku erzane em li depoyan kom dikin. Kesên ku deynê wan zêde bi erzanî ji nava zeviyê difiroşin. Lê bi erzanî jî nayê firotin. Ji ber ku bazirgan wekî berê nikarin pereyan ji bankayan bikişînin. Sala par herî dereng heta mehekê fabrîqeyan pere radizandin. Lê êdî fabrîqeyan ku berê krêdî ji bankayan dikişandin, nikarin kredî bikişînin. Dema krêdî nekişînin jî pereyên çotkar û rençberan nadin wan. Rençberê ku nikare malê xwe bifiroşe jî nikare  heqê hêçûna xwe bide û dikeve bin deynan. Malê me heye, lê qîmeta wî tune ye. Em nikarin malê xwe bifiroşin. Heqê av, ceyran, mazot, gubre û îlacan tev dibe deyn û li me vedigere. Em dê heqê vê mesrefê çawa bidin."     ‘JI BER KRÎZÊ KES NIKARE KAR BIKE'    Aktaş, anî ziman ku hemû rençber mexdûr bûne û wiha bi dawî kir: "Yên dibêjin Projeya Anatoliya Rojhilatê Bakur (GAP) li vir heye mixabin şaş in. Li Tirkiye ji ber krîza mezin mixabin kes nikare razemeniyê bike. Zêdebûna dowîzan bandor li ser her kesî kir. Êdî banka jî krêdî nadin fabrîqeyan. Ji ber vê yekê bandora rençberan pir xerab e."  Rençber Sabri Çelîk jî anî ziman ku ji ber kriza aborî nikarin pembûyên xwe bifiroşin û hemû pembûyên wan di zeviyan de maye. Çelîk, polîtîkayên dewletê rexne kir û wiha got: “Buhayê gubre gihişt 3.50 TL. Buhayê mazotê 6.20 TL ye. Lêçûn zêde dibe, lê buhayê pembû erzan dibe û kes pembû nakire. Ji ber kes pembû nakire hemû pembûyê me li depo û zeviyan xera dibe. Çima malê welatiyên xwe nakirin û diçin ji derve distînin. Çima pembû ji derve tê?"