Karkerên tekstîlê yên nikarin debara xwe bikin rojên zor derbas dikin 2018-11-27 09:08:30 STENBOL - Karkerên tekstîlê yên pirsgirêkên debarê dijîn, di heman demê de li dijî krîza aborî liber xwe didin. Mûzaffer Uzer, diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin û got: “Di dawiya hefteyê de jî em necarin ku bixebitin.” Pamûk Coşkûn jî, anî ziman ku ew nikarin biçin bazarê û kirêya malê bidin. Yek ji karên herî zor û zehmet, sektora tekstîlêye. Di sektora tekstîlê de keda mirovan tê xwarin, mirov dikarin herî giran de tên xebitandin û dema mijar dibe bêkarî rê li ber xespa mafê karkeran vedike. Karkerên tekstîlê yên pirsgirêkên debarê dijîn, di heman demê de li dijî krîza aborî liber xwe didin. Karkerên di atolyeya tekstîlê ya Bagcilarê de di xebitin, pirsgirêkên xwe anîn ser ziman.    ‘BI MÛÇEYA HINDIK XEBITÎN PIR ZORE’   Mûzaffer Ûzer ê 10 salin karê tekstîlê dike, diyar kir ku nêzî 12-13 saetan dixebitin û wiha axivî: “Gelek caran em di dawiya heftê de jî neçar dimînin ku bixebitin. Bi mûçeya hindik xebitîn pir zore. Karê tekstîlê pir zorê û mirov neçarin ku bê navber bixebitin. Em tenê ji bo xwarina nîvro 45 deqeyan navber didin kar. Dema em diçin malê em lingên xwe hîs nakin. Di vî karî de rûniştin tuneye.”   ‘ÊDÎ EM NIKARIN NAN JI BO MALÊ BIKIRIN’   Ûzer, da zanîn ku keda wan tê xwarin û wiha got: “Krîza aborî bandorê li me dike. Kesên li vê derê bi hezar û 600 TL’an dixebitin. Îro kîloya firîngiya 6 TL’an e. Ji xwe ez behsa fêkiyan nakim. Ji ber krîza aborî êdî em nikarin nan bibin mala xwe. 3 zarokên min hene û em di kirê de dimînin. Rewşa hemû hevalên me ne başe.  Ez neçarim ji bo kirêya xanî hezar û 100 telan bidim. Ji xwe maeşê min jî du hezar û 500 TL ye. Dîsan fatûre hene. Fatûreyên me jî bi 400-500’an TL’an tên. Êdî tu tişt di destê me de namîne. Ez gelek caran karê bazarê jî dikim.”   ‘KEDA ME TÊ XWARÎN’   Fatma Olgaç a 17 salin di karê tekstîlê dixebite jî, anî ziman ku saetên xebata me pir zêdene û wiha got: “Em tenê dikarin saetekê behna xwe vedin. Ji ber kar kêm bûye, niha em pir hindik amûran çêdikin. Berê ya saet 22.00 şevê em dixebitin. Karê e zorê. Êdî hal di mirovan de namîne û tenduristiya mirov xerab dike. Dema em diçin malê jî, behna xwe nadin û vê çarê jî karê malê dikin. Ji ber ku keda me tê xwarin, em nikarin debara xwe bikin.”    ‘5 SALIN LI TIRKIYEYÊ DIJÎM’   Alan Aluş ê berî 5 salan ji bajarê Qamişlo yê Sûriyeyê hat Tirkiyeyê jî, da zanîn ku ew nikare debara mala xwe bike û wiha axivî: “5 salin li Tirkiyeyê dijîm. Min li Sûriyeyê dixwend. Bi tena serê xwe karê tekstîlê dikim û hewl didim li malbata xwe mêze bikim. Meaşê me  têra me nake. Çawan ku meaşê xwe digirim wisan jî xelas dibe.”   Peyrûze Aksoy jî, diyar kir ku dema zarok bû dest bi karê tekstîlê kir  û wiha bilêv kir: “Ji ber pirsgirêkên madî, ez neçar mam ku bixebitim. Ez karê makîneyê dikim û maeşê min jî 1500 TL ye. Ev pere qet têra me nake.”   ‘BAREK MEZIN DIKEVE SER MILÊ KARKERAN’   Karkerên tekstîlê Bahattîn Çîçek û Pamuk Coşkun jî,  anîn ziman ku di sektora tekstîlê de kar kirin pir zore û wiha axivîn: “Bi krîza aborî re barek mezin ket ser milê karkeran. Jiyaneke em ya civakî nemaye. Em mirovan nabînin. Her roja em tenê dîwaran dibînin û dengê makîneyan dibihîsin. Ji necarî em di vî karî de dixebitin. Êdî em nikarin debara xwe bikin. Ji ber krîza aborî em nikarin tiştekê bikin. A rastîn krîza aborî tenê bandorê li xizanan dike. Em jî yek ji van xizana ne.”    MA / Necla Demîr