Haber-Sen: TRT bi awayekî fîlî kirin şîrket 2018-11-21 16:20:51   AMED - Rêveberê Haber Sen'ê Denîz Salmanli, diyar kir ku bi guhertina TRT'ê ya bi Biryarnameya Serokomariyê ya hêjmar 703'an, bi awayekî fîîlî kirine şîrket û wiha got: "TRT ya gel e. Divê xizmeta gel bike. Mecbûre xizmeta gel bike."    Haber-Sen ku girêdayîe KESK'ê ye diyar kir ku di roja UNESCO ya Televîzyona Cîhanê de li ber Midûriyeta TRT ya Stenbolê li ber Harbiye, daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta "TRT ya gel e" vekirin. Komê dîsaı pankartên "Bijî têkoşîna me ya TRT'ê ya tevlêbûna demokratîk û xweser", "Ji roja TRT, bûye TRT zilma wisa nedîtiye" "Dest nede hunera me" vekirin.    'HEZAR Û 800 KES JI PÎŞEYA XWE HATIN DÛRXISTIN   Sekreterê Şaxa 5'emîn a Haber-Sen'e Deniz Salmanli daxuyanî xwend û diyar kir ku di Qanûna Bingehîn de diyar kiriye ku TRT  xweser û bê alîye. Xizmeta wekhev dide her kesî. Salmanli, anî ziman ku bi guhertinên zagoınî yên dawî TRT ketiye kontrola "Yek Zilamî. Divê bi taybetî TRT di serdema hilbijartinê de bê alî û serbixwe be. "Bi biryarnameya Serokomariyê ya hêjmar 703'an êdî TRT bûye şirket. Bi hêjmara 703'an a KHK'yan, bi giştî hezar û 800 personel ji kar hatin avêtin. TRT bi awayekî fîîlî bûye şirket. Divê TRT, li gorî Qanûna Bingehîn xweser û dekmokratîk be. Divê bê alî be. Divê bi xizmeta cemaweriyê weşanê bike.  Diveê hemû pereyên ketin qasa wê li ku û çawa hatiye xerçkirin bê diyarkirin. Li gel ku hat diyar kirin ku personel zêde ye û gelek kes hatin derxistin jî çima ji saziyên din personel derbasî TRt kirin.b    AMED    Li Amedê jî nûnerên KESK, DİSK, TTB, TMMOB, bi tevlêbûna gelek rojnamegeran li ber Midûriyeta Herêmê ya TRT'ê daxuyanî dan. Saziyan pankarta "TRT ne yek reng û yek deng e. Em weşanek pir deng û pir rengi dixwazin" û "TRT ya gel e, divê xizmeta ciwaweriyê bike. Em yek dengî û yek rengîya xizmeta şîrketê red dikin" vekirin. Sekreterê Haber-Sene Sabrî Gunduz li ser navê saziyan daxuyanî da. Gunduz, diyar kir ku piştî guhertinên dawî TRT ji armanca xwe dûr ketiye. Demek dirêj e TRT ji xizmeta xwe ya cemaweriye dûr ketiye."