Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor 2018-11-05 11:09:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên TUÎK'ê yên cotmehê enflasyon ji sedî 25,24 zêde bû û ji 2003'an heta niha di nava 15 salên dawî de derket asta herî jor.    Rêjeya enflasyon ji 2003'an heta niha di nava 15 salên dawî de derket asta herî jor. Rêje derket asta ji sedî 25'an û rêjeya 15 salên dawî derbas kir. Enflasyon, di cotmehê de ji sedî 2.67 pîleyên din zêde bû û di asta salê de derket ji sedî 25.24'an. Enflasyona hilberîna salê, bû ji sedî 45.01. Li gorî endeksa serfkirinê jî di mehacotmehê de li gorî 15 salên dawî derket ji sedî 25,24. Di vê mehê de herî zêde buhayê cil û pêlavan bûha bû. Rêjeya buhabûnê ji sedî 12,74 zêde bû. Di nava salê de ji zedoî 37,92 herî zêde alav û amûrên malê zêde bûn.