Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin 2018-11-02 09:14:57 MÊRSÎN - Serokê Şaxa Emeklî Sen a Mêrsînê Adil Aleybeyoglû, bertek nîşanî neçareserkirina pirsgirika temenê teqawidbûyînê da û xwest mafên wan bên îadekirinç Kamîl Morê teqawidbûyî jî, bal kişand ser debarkirinê û got, di nav deynan de mane.  Li Tirkiyeyê 5 milyon kes ji ber pirsgirêka temen a teqawidbûyînê ku AKP û MHP ew qebûl nekirin, nikarin mafên xwe bigirin. Serokê Şaxa Emeklî Sen a Mêrsînê Adil Aleybeyoglû, diyar kir ku zemkirina meaşê kesên teqawidbûyî li ber rêjeya enflasyonê têk çûne û mafên kesên teqawidbûyî hatine xespkirin.    Aleybeyoglû, bi bîr xist partiyên siyasî di beyanameyên xwe yên hilbijartinê de diyar kiribûn ku ew ê pirsgirêka temen a teqawidbûyînê çareser bikin. Aleybeyoglû, anî ziman ku îktîdar li cem sermayeyê ye û got: "Bankeyên me nîşê şevê tên şêlandin. Ji bo evana çavkanî bêsînor in, lê ji bo teqawidbûyînê problem xwe didin der. Careke din me dît parlementer tenê bi kêrî dest rakirin û danînê tên."    Aleybeyoglû, diyar kir ku kesên bi pirsgirêka temen re rû bi rû dimînin tam 25 salan xebitîne û mafê wan ê teqawidbûyînê heye. Aleybeyoglû got: "Divê ev yek bê sererastkirin û mafên kesên teqawidbûyî bê dayîn. Nêzî 5 milyon mirov hatin mexdûrkirin û nikarin mafên xw ebi kar bînin. Divê ,ktîdar mafê kesên teqawidbûyî bide. Krîza aborî herî zêde tesîrê li kedkaran, kesên teqawidbûyî, esnafên biçûk û gundiyên xizan dike."   HER TIŞT ZEM XWAR    Aleybeyoglû, bal kişand ser zemê jî û got: "Berên li bazarê, ceryan, av û tiştên din hatin zemkirin. Zemên di Tîrmehê de hatin kirin her tiştê me ji me stend. Her wiha bi ser de jî tevî avêtina ji kar, girtina kargehan em mecbûr dimînin bi vî halî li zarok û enviyên xwe jî binerin."    ‘JI BO WÎ ZEM, LÊ JI BO ME KRÎZ MIRÎZ'    Aleybeyoglû xwest meaşê wan bê zemkirin û got: "Ji sedî 26 meaşê serokomar û ji sedî 233 jî budçeya wî hat zemkirin. Lê wexta dor tê me, dibêjin em krîz mirîzê nas nakin. Kesên me bi tiştekî nahesibînin, em ê jî wan bi tiştekî enhesibînin. Ji ber krîzê divê meaşê kedkar û kesên teqawidbûyî jî li gor wê bê zêdekirin. Divê beriya sersalê ev bê kirin."    ‘DIVÊ MEAŞ BÊN ZEMKIRIN'    Kamîl Mor ê teqawidbûyî jî, diyar kir ku ew 25 salan xebitiye, lê piştî teqawidbûye 18 salên din jî xebitiye û niha jî wexta kar bi desta dikeve dixebite. Mor got: "A rast diviya ez nexebitiyama. Piştî teqawidbûm diviya nexebitiyama, lewre diviya min rê li ber ciwanên nû dest bi kar dikin negirtana. Lê mecbûr im bixebitim. Çimkî meaşê teqawidbûyînê têra debara min û malbata min nake. Yanî wexta dixebitim jî ne kêfxweş im." Mor, bilêv kir ku meaşê wî yê teqawidbûyînê hezar û 700 lîre ye, lê belê têra wî » malbata wî nake û di nav deynan de mane. Mor anî ziman ku par bi 50 lîreyî pêdiviyên xwe ji bazarê dikirîn, lê belê niha bi 100 an jî 150 lîreyî ancax dikire. Mor got: "Her tişt hatiye zemkirin. Ji bo em jiyana xwe îdame bikin, em mecbûrî ji kincên xwe, ji xwarina xwe kêm dikin. Li vî welatî kesên teqawidbûyî nikarin bijîn."    MA/Cemil Ugur