KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e 2018-10-31 14:33:23 ENQERE – KESK’ê bernameya xwe li dijî krîza aborî aşkere kir û got dê li dijî krîza aborî li gelek deveran mitîngan li dar bixe.  Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi sernavê “Em bi hev re li dijî feqîrî, bêkarî û bêewlehiyê têbikoşin” li navenda giştî ya Tum Bel-Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Aysun Gezen û rêveberên KESK’ê beşdarî civînê bûn. Bozgeyîk daxuyanî da.    ‘ABORÎ BERKENDAL E’    Bozgeyîk bal kişand ser rewşa aboriyê ya xerba birêve diçe û got: “Îktîdar dibêje ‘krîza aborî nîne.’ Lê di hemû daneyên fermî de jî tê xûyakirin ku krîza aborî heye. Daneyên aboriyê didin îspatkirin ku aboriya welêt li berkendal e. Kedkaran mehkûmî xizanî û birçîbûnê kirin e. Her tişt tê zemkirin. Fatûreyên me zêde tên. Lê ji gel bac tê sitendin. Gelek kargeh ji ber rewşa nebaş tên girtin. Bêkarî zêde dibe. Em krîzê heta qirika xwe dijîn. Paşê jî hinek radibin dibêjin ‘krîz mirîz nîne.’ Heta peyva krîzê jî qedexe dikin. Ev jî dide nîşandan ku krîz heye.”    ‘MODELA ABORÎ BI LEZ TÊK DIÇE’    Bozgeyîk anî ziman ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûr dibe yek ji krîzên kapîtalîzmê ye û got: “Modela aborî ya rê li sermayeya malî ya navnetewî vedike bi lez têk diçe. Polîtîkaya aborî ya 16 salên AKP’ê vê têkçû her ku diçe kûrtir dike.”    Bozgeyîk di dewama daxuyaniyê de bernameya têkildarî krîza aborî bernameya saziya xwe aşkere kir û dê di mehên pêşiya me dê mitîng û daxuyaniyê berfireh li dar bixin.