Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye 2018-10-30 09:17:18 COLEMÊRG - Gundiyên li ser sînorê Herêma Kurdistana Federe bazirganiyê dikin, ji ber qedexeyên du salan ên li herêmê, êdî nikarin debara xwe bikin. Gundiyên gundê Mînyanîş a Çelê, diyar kirin ku ligel hemû tiştan jî nexwazin gundên xwe terk bikin û bi rêbaza zibarê hewl didin debara xwe bikin.” Ji ber ku bazirganiya li ser sînorê Herêma Kurdistana Ferede hat qedexekirin, rewşa aboriy gelê herêmê ket nava zor û zehmetiyan. Gundiyên bi salane, li gundê Mînyanîş a navçeya Çelê ya Colemêrgê bi bazirganiya sînor re debara xwe dikin, bal kişandin ser pirsgirêkên dijîn û qedexeyên du salin berdewam dikin.    ‘JI NIŞKÊ DE HAT BIRÎN’   Gundiyan, anî ziman ku piştî meşa saetekê digin gundên Herêma Federal a Kurdistanê û wiha axivîn: “Tekane debara me li ser bazirganiya sînore. Bi vî awayî em dikarin deraba xwe bikin û zarokên xwe bidin xwendin. Ji nişkêde hemû qad qedexe kirin û ev du salin destûr nadin çûk jî bifirin. Ji ber pirsgirêkên derbarê ciwan koç dikin.”    ‘KESEKÊ DEBARA MALBATEKÊ JI 20 KESAN PÊK DIHAT, DIKIR’   Gundiyê binavê Tahîr Olmez, da zanîn ku kesên zeviyên wan di gunde tuneyî, bazirganiya ser sînor dikirin û wiha got: “Mirovên li herêmê 200 salin debara xwe bi bazirganiyê dikin. Gundên Kanîmasî, Bêdûhê û Ore yên Herêma Federal a Kurdistanê du saetan ji gundê me dûre. Du saetan mirov bimeşe, mirov digihe gundan. Me ji wan deran birinç, ron, şekir û çay di anî. Kesekê derbara malbateke ji 20 kesan pêk dihat dikir. Ji xwe ger li gund arazî û sewalên mirovan tunebe, mirov ji binî de nikarin debara xwe bikin.”   ‘KAR TUNEYE EM Ê ÇAWAN BIJÎN’   Olmez, diyar kir ku ji ber qedexekirina sînor, pirsgirêkên pir mezin dijîn û wiha bilêv kir: “Ev du salin serê her girekê yekîneyek leşkerî danîne û destûr nadin çûk jî bifirin. Ji ber vê bazirganiya gundên herêmê qedandin. Ger li herêmekê fabrîqa tune bin, makîneyan kar tune bin û xwedî kirina sewqalan tune be, dê mirov çawan debara xwe bikin? Her du aliyên me bi çiyayên bilind dorpêç kiriye û jiyana me pir zor bûye.”   ‘EM ALÎKARIYÊ DIDIN HEV’   Olmez, dest nîşan kir ku ligel hemû tiştan jî ewê li gundê xwe bijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gund hemû mirov xizanin û rewşa aboriya wan ne pir zêde ye. Bêguman weke her derê, cîran û xizmên me yên dervetên wan tuneyî hene. Lê li gundê di her warî de em alîkarî didin hev. Bi rêbaza zibarê em hewl didin debara xwe bikin. Ger li gund em alîkariyê nedin hev, emê pirsgirêkên pir mezin bijîn. Em bi derfetên xwe yên kêm hewl didin debara xwe bikin. Em hewl didin bi hevre van pirsgirêkan derbas bikin.”   JI BER BÊ DERFETIYÊ NEÇÛ ZANINGEHÊ   Seher Olmez jî, diyar kir ku ji ber pirgirêka aboriyê zarokên gund nikarîn biçin zanîngeh û Lîse yê. Olmez, da zanîn ku bazirganiya ser sînor ew pir rehet dikir û wiha got: “Me debara xwe li ser sînor dikir. Lê êdî ev derfet nemane. Em dixwazin ji nû de ev derfet bê avakirin, lê tiştek niha li holê xuya nake. Ji ber rewşa aborî perwerdeya min bi dawî bû. Besa ku min dixwest min nekarî bi ser bixin. Ji ber ku rewşa aboriya malbata min nebaş bû, min nekarî biçim dersxanê. Pirtûkên ku min dixwest min nekarî bikirim. Li gund gund gelek hevalên min ên jin mîna min hene. Ji ber bêderfetiyê me nekarî em bixwînin. Ez niha bi derfetên li malê, xwe ji bo zanîngehê amade dikim.”    MA / Hamza Gündüz