Karkerê şantiye bi şantiye geriya: Herkes dibêje me şantiyeya xwe girtiye 2018-10-24 09:25:02 SAMSÛN – Karkerê înşeatê Muhterem Zengîn, diyar kir ku li Samsûnê sektora înşeatê sekiniye. Zengîn anî ziman ku wî serî li kîjan fîrmayê dabe jê re gotine "me şîrket girtiye."  Li Samsûnê, Muhterem Zengînê ku di sektora îneşatê de dixebite, anî ziman ku ji ber krîza aborî hemû şantiye sekinîne. Zengîn bal kişand ser rewşa bajêr jî û got: "Kesê xaniyê wan bikirê be û zarokên wan biçin dibistanê, rewşa wan nebaş e. Kesên nikaribin heqê kirê bidin ji malê tên derxistin. Kesên nikaribin heqê fatûreyên av, gaza xwezayî û ceryanê bidin, ji bankeyan krediyê dikişînin."    ‘KARKERÊN ÎNŞEATÊ BETAL IN'    Zengîn, diyar kir ku ew karkerê înşeatê ye û got: "Ji ber patron xisirî em ji kar hatin derxistin. Patron ji ber bihabûna fiyetên hesin xisirî. Patron got 'hûn nikarin bixebitin, hûn min dixisirînin' û 8 karker ji kar derxistin. Meaşê kêmtirîn di 16'ê vê mehê de razand. Em nizanin dê perê mayî kengî bide. Meheke ji kar derketime. Ji bo bixebitim çûm çend cihan, lê gotin 'me şantiye girtiye.' Niha ji sedî 90'ê karkerên înşeatê betal in."    Zengîn, destnîşan kir ku malzemeyên înşeatê biha bûne û got: "Tona hesin bûye 4 hezar, çîmento bûye 15 lîre, jixwe kereste qet nayê kirîn. Em bang li rayedaran dikin, lê kes dengê me nabihîse. Îjar em ê çi bixwin?" Zengîn, anî ziman ku kesên li Tirkiyeyê dijîn ji sedî 80'yê wan di sektora înşeatê de dixebitin û got: "Malzemeya sereke ya înşeatê hesin e û ew jî wekî zêr e. Êdî muteahît dev ji karê înşeatê berdidin, berê xwe dane dowîzan."    Zengîn, bal kişand şer şert û mercên şantiyeyê û got: "A rast li şantiyeyan pirsgirêkeke girîng heye, lê kes balê nadê. Li cihên mayînê yên 6 kesî, 12-14 kes dimînin. Li şantiyeyeke 300 kesî 10 tuwalet hene. Dora xwarinê, êolaya nîvro diqedîne. SGK di biniya meaşê kêmtirîn re tê razandin an jî qet nayê razandin. Tazmînat nayê dayîn. Dema mirov dest bi kar dikin, li gorî şertên Yekîtiya Ewropayê dest pê dikin, lê li qadê mi nêzîkatyiyeke bi isûla Afxanîstanê re rû bi rû dimînin."    MA / Sadiye Eser