Parlamenterê HDP’ê û aborînas Katircioglu: Em dikevin krîzek kûr 2018-10-20 17:28:53   ÎZMÎR -  Parlamenterê HDP'ê û aborînas Prof. Dr. Erol Katircioglu, beşdarî panela ku Partiya Pêşeroja Çep û Keskê bû û bal kişand ser krîzên Tirkiyeyê. Katircioglu, anî ziman ku yekem car Tirkiye krîza aborî û siyasî bi hevre dijî û wiha got: "Krîza aborî ya Tirkiye li gorî krîzên berê kûr bûye. Di dema li pêş me de ev krîz dê bêtir kûr bibe.      Rêxistina Partiya Pêşeroja Çep û Keskê ya Îzmirê, li Navenda Şano ya Ciwanan a Fuarê bi mijarên "Krîza aborî, ekolojik, sedem û encamên wan" panel pêk anî. Hevserokê Partiyê Prz. Arif Ali Cangi pêşkêşî kir. Parlamenterê HDP'ê û aborinas Katircioglu, mijara “Tevî sedem û encama wê Krîza Aborî" pêşkêş kir. Hîndekarê Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Ege Prof.Dr. Mustafa Kaymakçi mijara “Di çandiniyê de krîza aborî û ekolojîk" û Hevberdevkê Partiya Keskê Eylem Tunceal jî mijara “Tahrîbata Ekolojik, krîz û pêşeroj" niqaş kir. Endamên Platformên AYÇEP, EGEÇEP û gelek nûnerên rêxistinêin civakî jî amade bûn.    Ewil Hevseroke Partiyê Alî Cangi bal kişand ser bandora pêşketina pîşesaziyê û anî ziman ku piştî pîşesazî pêş ket hewa 1 pîleyê germ bûye. Cangi, da zanîn ku germahiya kurevî dê di 2030 û 2052'an de 1.5 pîle germa zêdeitir bibe. Ev yek dê bandorek neyînî li ser gelek zindiyan bike.    ‘400 MÎLYON DI BIN RÎSKÊ DE NE'   Cangi, da zanîn ku ger germahiya kurevî 1.5 pîle zêde bibe, dê li hin herêman mirin zêde bibe û wiha got: "Ger ku germa zêde bibe dê li bajarên mezin ên Ewropa ji ber germahiya zêde mirina mirovan zêde bibe. Dê ji sedî 15- 22 mirin zêde bibe. Ger ku li Derya Sipî 1.5 pîle germa zêde bibe, dê çavkaniyên avê yên şêrin zuha bibin. Ji sedî 28 û 44 cemedên deryayên mezin dê bihilin. Ev dê bibe sedem ku 0,15 û 0,2 metre bahr bilind bibe. Di 2030'an de 400 milyon mirovên ku li peravê dijîn dê di bin rîskekî mezin de be.    Di panelê de Prof. Dr. Mustafa Kaymakçi jî anî ziman ku çandinî têk diçe û wiha got: "Tu piştgiriya YE û DYA ji bo Tirkiye tune ye. buhayên Borsayên Cîhanê tev xapandin in. Divê berî her tiştî çotkar xwe bi rêxistin bikin. Di qada aboriyê de Kooperatif ne bi hêz in. Îktîdara aborîyê bi hesanî dikare dest dîne ser hilberînên çotkar û rençberan. Sedama têkçûna çandiniyê ji ber xizaniya çotkaran e. Divê refarma axê pêk bê."    KRÎZA KÛRTIR LI PÊŞ E   PRof. Dr. Erol Katırcıoglu  jî ba kişand ser krîza aborî û siyasî û wiha got: "Yekem car Tirkiye krîza aborî û siyasî bi hevre dijî. Krîza aborî ya Tirkiye li gorî krîzên berê kûr bûye. Di dema li pêş me de ev krîz dê bêtir kûr bibe. Yekem car krîzen aborî, civakî û siyasi bi hev re dijî. Hikûmeta AKP'ê pişti krîza 2001'an hat ser îktîdarê. Di sala 2009'an de Tirkiye di qada aborî de ji sedî 5 teng bû. Kîmyaya hikûmeta AKP'ê xera bû. Para çandiniyê ya di qada hatinê de pir kêm kir. Divê Tirkiye 200 milyar dolar deyn bide. Lê niha ev hêza wê ku vî pereyî bide tune ye. Pêdiviya wê ji sermayeya derve heye. Wezirê Xezîne û Maliyê Berat Albayrak roja borî got ‘Xezîne 2 milyar dolar deyndar bû. Em ji sedî 7.5 deyndar in.' Bi vê yekê kêfa xwe tîne. Tirkiye dê di rojên pêş de bêtir rojên dijwar bijî.    Eylem Tuncaeli jî li ser taribata kapitalizm û krîza ku li ser ekolojiyê ava kiriye rawestiya. Tuncaeli, anî ziman ku sermaye di nava xweza û mirovan de nakokiyên gelek mezin ava dike û her roj alozî û tevlihevî bêtir kûr û belav dibe.    Endama AYÇEP'ê Şermin Çetîn jî bal kişand ser pirsgirêkên ekolojiyê yên li herêma Aydinê u wiha got: "Mixabin axa me pêşkêşî sermayeyê dikin. Aydin 4 salin li dijî JES’an têdikoşe. Em deyndarên axê ne. Bi hezaran darên me yên zeytunan hene. lê zeytunên me tune. Li Tirkiye çandinî qeiya."