Akyol: Wezareta Xebatê divê ne li gel patronan li gel karkeran rûne 2018-10-15 09:03:44 STENBOL - Berdevkê Hewldana Komeleya Karkerên Ked û Rûmetê Mûstafa Adnan Akyol, xwes ku Wezareta Xebatê pirsgirêkên karkerên înşaetê li şûna bi patronan re çareser bike bi karkeran re çareser bike. Ji bilî lihevkirina bi karkeran re tu çareseriyek din tuneye.” Berdevkê Hewldana Komeleya Karkerên Ked û Rûmetê Mûstafa Adnan Akyol ê 35 salin karê înşaetê dike, derbarê pirsgirêkên karkeran axivî û bal kişand ser rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên karkeran.    Akyol, diyar kir ku li Tirkiyeyê, heya ku berxwedanek pêş nekeve û cînayetên giştî yên karkeran pêk neyên, rewşa karkerên înşaetê nayê rojêve. Akyol, anî ziman ku karkerên înşaetê mîna koleyan tên xebitandin û wiha got: “Karker di şert û mercên pir xerab de kar dikin. Li înşaetan cihê xwarin xwarinê tuneye. Li ser erdê, fayans û acûran xwarin dixin. Di şert û mercên heyî de her roj du sê karker dibin qûrbanê cînayetên kar. Bi krîza aborî re, bi awayekê komî karkeran ji kar derdixin û ev pir zêde bûye. Dema zivîstan tê, pirsgirêk zêdetir dibin. Lê kes vê yekê nabîne.”   BI HINCEA LÊÇÛNÊN ZÊDE MAST NADIN WAN   Akyol, da zanîn ku ji ber şertên xerab nexweşiyên pîşeyî pir zêde bûne û wiha bilêv kir: “Ez hostayê mermerame. Toza mermeran tim diçe hinavê min û ji cigera xwe nexweşim. Ez doz vekim jî tu faydeya xwe tuneye. Ji ber ku 3 mehan carekê şantiyê me tên guhertin, em nikarin her tiştî îspat bikin.  Tu faydeya rûpûşên didin me jî tuneye. Cihê me yê razanê ji ber ku dinava şantiyê de ye, bi şev jî toz dikeve hinavê me. Toqa çîmento, mermer û casê dikeve hinavê me. Me carekê got ‘maset ji me re bînin’, wan jî got lêçûn pir zêde dibe.”   ‘NAVBEYNKARÊN ALÎGIR ÊN PATRONAN’   Akyol, destnîşan kir ku destûr nayê dayîn mafên karkeran bên parastin û wiha rêz kir: “Kîjan karker dixwazin çalakî pêk bînin tên girtin. Tirsa girtinê li ser karkeran heye. Rêyên dozê jî girtin. Di dema nelihevkirinekê de em nikarin rast rast biçin dadgehê. Destpêkê divê em herin gel navbeynkaran. Navbeynkar jî diçin gel patronan û wihan pirsgirêkên me tên ziman. Yek ji sedemên bingehên ên pirsgirêkên karkerên înşaetê Wezareta Xebatê, tenê li gel patronan dirûne. Li şûna ku bi patronan re rûnin, bi karkaran bi xwe re rûnin dê hemû pirsgirêk çareser bibin. Bi ji karkerên înşaetê komîsyonêkê ava bikin û ji Wezareta Xebatê jî rayedar bên hevdîtinan bi vê komisyonê re bike. Ji xwe tu derdê wan tuneye. Her roja karkerên  înşaetê dimirin. Tenê qenûnan bînin cih, dê cînayetên karkeran kêm bibin.”    MA / Melîke Ceyhan