Deynê derve Tirkiye dixe zorê: Rojên dijwar li pêş karker û esnafan e 2018-10-11 11:29:15   ENQERE – Li Tirkiye her ku diçe krîza aborî kûr dibe. Aborînas Nîlgûn Erdem, diyar kir ku 240 milyar dolar deynê derve li Tirkiyeyê ye û vê carê rojên pir diwar li pêş karker, esnaf û kedkaran e.    Krîza aborî ya li Tirkiye her ku diçe kûr dibe. Tirkiye diviya bû heta dawiya meha hezîranê 457 milyar dolar deynê derve bidaya. 130 milyar dolar deynê Tirkiye yê cemaweriyê ye. 327 milyar dolar deynê Tirkiye jî deynê sektorên taybet e. Enflasyona Tirkiye ber bi ji sedî 25’an ve bilind dibe. Her ku diçe qîmeta TL li hemberî dowîz kêm dibe. Faîza zêde, bondorek neyînî li ser aboriyê dike. 180 milyar dolar deynê Tirkiye yê derve her ku diçe Tirkiye dixe nava zorê. Aborînasa Fakulteya Zanyariyên Siyasal a Zanîngeha Enqereyê (AU) Alîkariya Doç.Dr. Nîlgun Erdem a bi KHK'ê hat îxrackirin, diyar kir ku divê heta dawiya salê Tirkiye 180 milyar dolar deynê derve bide û wiha got: "Tirkiye divê bi lezgîn 240 milyar dolar deynê derve bide. Ev aboriya Tirkiye dixe nava krîzek mezin. Ger ku Tirkiye deynê derve nede dê aboriya wê têk biçe. Her ku deynê derve zêde dibe dowîz jî zêde dibin. Çavkaniyên derve ku pê deynê xwe bide jî zahmet e. Aborîya Tirkiye her ku diçe dadikeve. Lê hêj negihiştiye asta jêra sifirê. Polîtîkaya Banka Navendî ya DYA û Ewropa li ser vê yekê bi bandor e. Ger ku rêjeya faîzê zêde bibe û çavkaniyên derve kêm bibin, wê demê dê aboriya hundirê Tirkiye bi temamî têk biçe. Rêveberiya Tirkiye ji bo krîzê derbas bike, serî li rêbaza qutkirina xwarina welatiyan dide. Xizmeta civakî kêm dike. Ji ber ku pêdiviya aboriya Tirkiye ji çavkaniyên derve heye, rêveberiya Tirkiye polîtîkayên derve esas digire û Tişta ku Korkut Boratav got 'Bernameya ÎMF'ê ya beyî IMF'ê pêk tîne' ev bi xwe ye. Mixabin dê vî barî hemû li ser pişta karker, kedkar û esnafan bar bike. Dê welatiyên ku debara wan kêm û kerker fatûra vê yekê bidin. Ji ber ku hikûmet ne xwediyê fikrên alternatif in. Polîtîkên alternatif ên karker û kedkaran heye, lê mixabin yê hikûmetê tune ye. Ev yek bi muxalefetek bi hêz ya civakî dikare çareser bibe. Ev pirsgirêk bi guhertina rejîma siyasî pêkan e."     ‘GER KU QEZENCÊ PARVE NEKIN DIVÊ ZERARÊ JÎ PARVE NEKIN'   Erdem, bal kişand ser pakêtên şaş ên sermayê û wiha bi dawî kir: "Ger ku sermaye qezenca xwe parve neke, divê zerar û ziyana xwe jî parve neke. Divê civakê, karker, kedkar û esnafan neke şirîkê zerara xwe. Ger ku rêveberiya Tirkiye çavkaniyên nû peyda neke, dê li hemberî deynê derve têkeve rewşek dijwar. Li gorî krîzên din vê carê dê karker, kedkar û esnaf rojên dijwar derbas bikin. Rojên dijwar li benda esnaf, karker û kedkarna in. "    MA / Selman Guzelyuz