Birayê Dîlek Dayarê: Em ê şopdar vê dozê bin 2018-10-09 09:11:27 STENBOL – Di dosyeya Restoratora Mîmarî Dîlek Dayar de ku di Tîrmehê de di cinayeteke karî de mir, lêpirsînek çalak nehatiye birêvebirin û delîl nehatine berhevkirinç Birayê wê Sedat Dûyar bertek nîşanî vê yekê da û got, ji bo berpirsiyar bên darizandin ew dê dev ji vê dozê bernedin.  Di meha Tîrmehê de Restortora Mîmarî Dîlek Dayar dema di restorasyona Postaneya Sîrkeciyê de dixebitî mir. Birayê wê Sedat Dûyar diyar kir ku ji bo vê cinayeta karî lêpirsîneke çalak nehatiye birêvebirin û bertek nîşan da.    Dûyar bi lêv kir ku di cinayetên karî de mueyîdeyên cezayî kêm in û ji bo vê qanûn nayên çêkirin, loma cinayetên karî didomin. Dûyar, bi bîr xist ku di dosyeya lêpirsînê û rapora pêzaniyê de derketiye holê ku ji bo tendurisyiya kar ewlehî û tevdîr nehatine girtin û ji xwediyên fîrmaya taşeron yek jê hatiye berdan. Dûyar got: "Tenê ew taşeron ne sûcdar e. Sûcê herî mezin ên wan kesên ku sererastkirineke baş nakin. Sûc ên kesên ku ji bo tenduristiya kar tevdîran nagirin. Di raporê de hevkarê şîrketê Adnan Karadenîz wekî berpirsiyarê sereke hatiye nîşandan û hevkarê wî Îmran Karadenîz jî wekî qisûrdarê talî hatiye nîşandan û hatiye berdan. Her çend Adnan Karadenîz qisûrdarê sereke be jî, nehatiye girtin. Çi xwediyên şîrketê, çi saziya sereke ya kar daye wan û çi jî rêveberiya PTT'ê ji bo astengkirina vê qezayê tu tevdîr negirtine. Loma em berdan hevkarê şîrketê û nedaxilkirina lêprisînê ya berpirsiyarên din qebûl nakin."    ‘DEMA CIHÊ BÛYERÊ HAT LÊKOLÎNKIRIN ME ÎHMALKARÎ DÎT'    Dûyar, anî ziman ku ew çûne cihê bûyerê ya ku xwişka wî Dîlekê lê miirye û got: "Em bi xwe jî di sektora înşeatê de dixebitin. Em dizanin çawa ye. Berî ku mirina Dîlekê di çapemeniyê de derkeve, ez  û pismamê xwe çûn cihê bûyerê. Kesekî di PTT'ê de dixebitî jî alîkariya me kir. Me wêneyên cihê bûyerê kişand. Me bi awayekî berfireh lêkolîn kir. Roja ku Dîlekê mir, ew roj pir şilî bû. Îhmalkariya herî mezin jî ew e ku di şiliyê de mirov li ser îskeleyê bixebite. Divê rayedarên şîrketê û berpirsiyarên şabtiyeyê di şiliyê de kar rawestînin. Îskeleya hatibû dayîn ji bo kar ne guncan bû. Diviya di navbera îskeleyê û dîwar de 30 santîmetre nhebe, lê ew mesafe metre û nîv bû. Xelatên canî pir kin bûn. Divê ev xelat bi qasî ku meriv ji îskeleyê têkeve hundur dirêj bin. Baret jî di serê xwişka min de tune bûye. Me hevdîtin bi endezyarê înşeatê yê şîrketê re jî hevdîtin pêk anî. Wî jî got şert û şirût ji bo xebatê ne guncan bûn. Fîrmaya ewlehiya kar jî heman tişt gotine."    ‘EM Ê DOZÊ BIŞOPÎNIN'    Dûyar, anî ziman ku di dosyeyê de lêpirsîneke çalak nehatiye birêvebirin û delîl nehatine berhev kirin. Dûyar, bilêv kir ku ew ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin û got: "Helbet dê têkoşîna me dewam bike. Ji bo dozger doza me têxe rojevê û wijdanê wî biêşîne em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin. Em naxwazin dosye ji ber kêmbûna delîlan bê girtin. Nizanim Dîlek niha çi difikire, lê divê wijdanê me rihet be. her roj bi dehan cinayetên karî diqewmin. Ji bo berpirsiyar bên darizandin û ji bo êdî Dîlek nemirin, di serî de em û bi tevahî jî divê rêxistinên civaka sivîl dev ji vê yekê bernedin."    MA / Necla Demir