‘Bila karkerên Balafirgeha 3’yemîn bên bardan’ 2018-10-08 14:16:37   STENBOL / ENQERE – Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkeoglu, bertek nîşanî girtina Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karabulut û hemû karkerên înşaetê da û got: “Bersûcên rastîn kesên çavên xwe ji cînayetên karkeran digirin e." Li Enqerê jî, bi heman armancê daxuyanî hat dayîn û girtina karkeran hat şermezarkirin.     Konfederasyona Sendîkariyên Karkerên Şoreşger (DÎSK), bi armanca serbest berdana Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karabulut û hemû karkerên înşaetê yên girtî, li ber Midûriyeta ÎŞKÛR’ê ya Tophaneya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê xwe yê jiyanê û xebatê paratin ne sûce, bila Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karabulut û hemû karkerên înşaetê yên girtî bên berdana” hat vekirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Karkerên balafirgehê ne bi tenê ne” û “Bila karkerên girtî bên berdan” hatin berzkirin. Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Oya Ersoy, Parlamenterên CHP’ê Emîne Gulîzar Emecan, Gokhan Zeybek û ji rêxistinên demokratîk gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çarkezoglu daxuyanî da çapemeniyê û wiha axivî: “Karkerên di şantiya Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê de weke koleyan dihatin xebitandin, ji ber ku şert û mercên xebatê şermezar kiririn hatin binçavkirin. Heya niha 35 karker hatin girtin. Dinava kesên hatin girtin de  Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karabulut jî heye. Karabulut, li dijî karkerên di cînayetên kar de hatin qetilkirin, muçeyên wan nedihat dayîn û parastina mafê karkerên Balafirgeha 3’yemîn têdikoşiya.  Wî bi awayekê giştî erka xwe bi cih dianî. Ev peywira serokekê giştî yê sendîkayekê ne sûce.”     ‘DIVÊ DERBARÊ KARDÊRAN DE LÊPIRSÎNEK BI BANDOR BÊ BIRÊVE BIRIN’   Çerkezoglu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Êrîşa li ser karkeran, di heman demê de  li ser hemû cîna karkerane. Divê ne karker, kesên wan weke koleyan didin xebitandin bên girtin û ceza kirin. Pêwîste daxwazên karkeran bên bi cih anîn û derbarê kardêrên wan weke koleyan didin xebitandin de lêpirsînek bi bandor bê birêve birin.”   Piştî axaftina Çerkezoglu daxuyanî bi dawî bû.    ENQERE    Li Enqereyê jî, girtina Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karabulut û karkerên înşaetê yên Bafirgeha 3’yemîn li ber peykerê Neteweyî bi daxuyaniyêkê hat şermezarkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko, Hevserokên KESK’ê Aysûn Gezer û Mehmet Bozgeyîk, gelek nûnerên rêxistinên kedê û pîşeyî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Enqerê Taygûn Gorgun, destpêkê daxuyanî da û xwest Ozgur karabulut û hemû karkerên girtî yên Balafirgeha 3’yemîn bên berdan.    ‘KESÊN DIVÊ BÊN GIRTIN TAŞERON IN’   Dûre parlamentere CHP’ê Kanî Beko axivî û wiha got: “Kesên divê bên girtin, taşeronin. Di serdema AKP’ê de nêzî 25 hezar karkeran jiyan xwe ji dest dan. Di karê cînayetên karkeran de Tirkiye di rêza 3’yemîn dehey û Awropa jî di rêza yekemîn deye. Êdî ev rastî baş tê zanîn.