'Sedema buhabûna firengan, neorganîzekirina hikûmetê ya hilberînê ye 2018-10-08 11:05:58   DÎLOK - Serokê Komeleya Komîsyonvanên Team û Fêkî Hayrî Sûcû, bertek Nîşanî Şaredarê Şahînbey ê AKP'î Mehmet Tahmazoglu yê ku zorê li bazarvanan dike ku buhayê firengan kêm bike  û wiha got: "Sedema buhabûna berheman ne bazarvan û komîsyonvan in. Sedem hikûmeta ku nikare hilberîna çandiniyê organîze bike ye."    Şaredarê AKP'î yê Navçeya Şahînbey a Dîlokê Mehmet Tahmazoglu, roja şemiyê li nava esanfên bazara semta Taxa Kiliçoglu geriya û venêrtina buhayê fêkî û team kir. Şaredar Tahmazoglu, ji bazarvanan xwest ku buhayê fêkiyan kêm bike. Piştî ku şaredar li fatûrayê nerî û dît ku li ser fatûrayê kîlo bi 75 kuruş hatiye nivîsandin û kîlo bi 5 tl defiroşe, bertek nîşan da û got "Wisa nabe. An tu dê buha kêm bike an jî tu dê dezgehê xwe bigire. Her çend bazarvan diyar kir ku komîsyonvan buha kêm nîşan daye jî nekarîbû şaredar îkna bike. Lê ji bo esnaf dezgehê xwe negire, bi zerar firengên xwe firot.    ‘TAHMAZOGLU ÇIMA TEV LI BUHAYÊ MAZOTÊ NABE'   Serokê Komeleya Komîsyonvanên Team û Fêkî Hayrî Sûcû, bertek Nîşanî helwesta Şaredarê Şahînbey ê AKP'î Mehmet Tahmazoglu da. Sûcû, anî ziman ku buhabûna fêkî û team girêdayî polîtîkayên hikûmetê ye û wiha got: "Fireng bi buhayekî guncav tên firotin. Komîsyonvan ji zeviyê kîlo 4.20 kuruşan dikire. Kîlo bi 4.50 kuruşan difiroşe bazarvanan. Niha buhayê mazotê 6 lira û buhayê benzinê 7 lîra derbas kiriye. Tahmazoglu  çima dengê xwe ji xwediyê mazot û benzînê re nake. Niha li halê bi 75 kuruşî fireng nayê dîtin. Di vê wextê de kîloya firengan 75 kuruş tune ye. Divê ji ber şaşiya komisyonvanekî gefan li esnafan nexwe. Niha kîloya firengan bi 4.10 kuruşî ji zeviyê tê. Wekî ku sedema buhabûnê em in, nîşan dide. Helwesta şaredar a li hemberî esnafan qet ne raste. Em vê helwestê qebûl nakin. Ne tenê buhayê firengan, buhayê hemû fêkî û team wisa buha bûye. Sedema buhabûnê polîtîkayên hikûmetê ye. Ji ber hikûmet buha û hilberîna fêkî û team baş organîze nake buha dibe. Sala par hilberinerê firengan ji ber ku lîlo 1 tl firot, îsal fireng neçand Tenê 100 dolim fireng çandin. Ji ber polîtîkaya hikûmetê hilberîna firengan kêm bû. Dema hilberina firengan kêm bû jî buha zêde bû.      Komîsyonvan Îhsan Ozer jî bal kişand ser buhabûna firengan û helwesta şaredar û wiha got: "Fireng li zeviyan 4.10 kuruş e. Dema heqê neqliyat û lêçûnên din jî lê zêde dike 4.10 kuruşan derbas dike. Bila şaredarê Şahînbey bê hala fêkiyan û bi çavê xwe bibîne. Li şûna diçe bazarê bila were halê. Bila were emê fatûra kirîn û firotinê jî nîşan bidin."