Psîkolog Guldîken: Civak serdema şoka krîza aborî dijî 2018-10-08 10:23:20 AMED - Endamê Înîsiyatîfa Psîkologên Mezopotamya Psîkolog Şiyar Guldîken, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn û got: “Civaka serdama şoka krîza aborî dijî.” Her ku diçe krîza aborî ya li Tirkiyeyê kurtir dibe û ev jî dibe sedama alozî û pirsgirkên dinava  civakê de mezintir bibin. Endamê Înîsiystîfa Psîkologên Mezopotamya Psîkolog Şiyar Gudîken, krîza tê jiyîn û bandora wê ya li ser civak û kesan nirxandin.  Guldîken, diyar kir ku krîza li Tirkiyeyê tê jiyîn bandorek mezin li ser derûniya civakê dike û wiha axivî: “Bandora krîzê weke 3 serdemên “Şok”, “bertek” û “Aheng” ji hev cuda dibe. Di serdemên şokê de, civak hêza bawerî û ewlekariyê dijî û tercîh dike ku bê çalak be. Piştî vê serdema bertekê dikeve dewrê. Di vê serdemê de jî nîqaş li ser krîzê tên kirin, rexne li pergalê tên kirin, ne qebûl kirin, redkirin û bertek ji dijî faktorên bûne sedema krîza aborî zêdetir dibin. Ferdên civakê yên hewl didin biyar bidin ka dê çi bikin jî, hêdî hêdî ji sabitbûnî derdikevin û hewl didin bi çalak bibin. Bêguman piştî vê jî serdema ahengê tê. Di vê serdemê de jî mirov fêr dibin û ya heyî qebûl dikin û jiyana xwe berdewam dikin.”    ‘KESÊN XWE BÊ NIRX HÎS DIKIN REWŞA WAN XERAB DIBE’   Guldîken, anî ziman ku dema endama krîza  aborî ne li gorî hêviyên mirovan ve, wê demê kes ji hev dûr dikevin û wiha got: “Gel mirov xwe ji jiyana civakî dûr dixin û tecrît dikin. Mirovên di demên derbas bûyî de derfetên xwe yên aborî winda kirin, xwe ji mirovên din dûr dixin û ji aliyê mirovên din ve jî tên terkirin. Ramanên neyînî yên têkildarî krîzê, di mirovan de rê li ber hest û nêzîkatiyên bifikar, tirs, hirs, guman, rageşî, tenêtî, bêçaresertî, bêbawerî û kêmbûna motîvasyonê zêde dike. Ji ber ku mirov xwe bênirx hîs dikin, dikarin zirarê bidin kesên herî nêzî xwe. Mirov dikare mînaka vê yekê di bavê ku nekarî pantolon ji zarokê xwe re bikiri de bi awayekê zelal bibîne.”   ‘HEYA KU MIROV PÊDIVIYÊN XWE PÊK BÎNIN, HÎS DIKIN KU HENE’   Guldîken, danî ziman ku guhertina mirovan, bandorê li ser nirxên civakê  jî dike û wiha bilêv kir: “Welat niha dinava kaosekê deye. Hem di warê siyasî û hem jî di warê aborî de krîz heye. Mirovên  diçin bazaran, êdî nikarin fêkî û zerzewatan bikirin. Heya ku mirov pêdiviyên xwe pêk bînin, hîs dikin ku hene. Lê di roja îro de mirov vê yekê hîs nakin. Gava mirov mafê xwe yê herî mirovî diparêzên weke ‘xayînê welat’ tên îlan kirin û bi vî awayî mirovan dixwin nava derûniyek pir xerab. Lê mirov ne di wê rewşê dene ku daxwazên xwe yên herî bingehên ên aboriyê bînin ziman. Ji ber ku fikarên herî bingehên ên mirovan hene. Dibe ku krîza aborî mirovan bixwe nava tengaviyê, lê tirsên hîn mezintir xistina dilê mirovan.”   ‘KESÊ KU HESTÊN BAWERIYA EDALETÊ WINDA KIRIBE, VEDIGERE CÎHANA XWE’   Gultekîn, destnîşan kir ku ger kesekê lêgerîna xwe ya edaletê winda kiribe, ji bo pêşerojê jî tu hêviyên wî/wê tune ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger vê lêgerîna xwe ya edaletê di hiqûqê de nebîne, wê demê bêçarser dibe. Li welat ramanekê ku ‘Gelo ezê giliyê kî ji kê re bikim’ pêş ketiye. Ev jî dide nîşandan ku hestên baweriyê yên mirovan êşiyane. Dema ev jî pêş dikeve, lêgerîna maf kêm dibe û her ku diçe mirov vedigerin cîhana xwe ya hûndirîn. Ev jî ji ber bêçaresertiyê ye.”   MA / Esra Solîn Dal