Serokê Giştî yê Dev Yapı-Îşê Karabulut hat girtin 2018-10-05 15:18:57   STENBOL – Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabulut ji aliyê Dadgeha Gazîosmanpaşayê ve hat girtin.    Serokê Giştî yê Senîkaya Karên Yapi ya Şoreşger (Dev Yapi-Îş) ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Ozgur Karabulut ê duh li ber Navenda Giştî ya DÎSK’ê ya li Beşîktaşa Stenbolê hatibû binçavkirin hat girtin. Piştî îfadeyên li emniyetê Karabulut birin Dadgeha Gazîosmanpaşayê û îfade da dadgehê. 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Gazîosmanpaşayê bi îdiaya “Ji bo peywîrê nede kirin li ber xwe daye”, “Binpêkirina azadiya xebat û kar”, “Zirardayîna malê cemaweriyê” û “Bi çek beşdarî civîn û meşan bûye” biryara girtina Karabulut da.   Hat zanîn ku Karabulut bi boneya beşdarî çalakiya karkerên 3’yemîn Balafirgeha Stenbolê bûye hatiye girtin û bi Karabulut re hejmara karkerên balafirgehê derket 34 kesan.