Navenda zebze û fêkiyan a Colemêrgê ji ber bêavîtiyê hişk bû 2018-10-05 09:20:40 COLEMÊRG - Li mezrika Rezanê ku navenda zebze û fêkiyan a Colemêrgê ye, niha ji ber bê avêtiyê hema bêje hişk bû.  Mezrika Rezanê ya girêdayî gundê Pîranê yê Colemêrgê ku navenda zebze û fêkiyan a Colemêrgê ye, niha ji ber bêavîtiyê hişk û ziwa dibe.    GUND BÊ AV MA    Ava mezrikê hem ji ber kêmbûna avzêmê hem jî ji ber ku gundên li derdorê bi kar tînin kêm bû. Ji ber vê darên fêkiyan ên li herêmê hindik mane hişk bibin û gelek erd jî ji ber bê avêtiyê nayên açndin. Li ser gundiyan hewl da bi derfetên xwe cihokan çêbikin û avêtê kom bikin.    Şênyê mezrikê Osman Salîm, bilêv kir ku berê wan gelek zebze û fêkî diçand û ji xizmên xwe re jî dişand, lê belê niha têra wan nake. Salîm bal kişand ser zor û zehmetiyên kar û got: "Em tim tev digerin. Vê cihoka li vira me bi derfetên xwe çêkir. Me kevir bi tarktor û parxêlê kişand û me dîwarê cihokê çêkir û hewl didin avê têde kom bikin. Bi çêkirina vî hawizî me hewl da erdê me hişk nebin."    'NAVENDA FÊKIYAN A HERÊMÊ BÛ'   Salîm, diyar kir ku di demên dawî de berên wan hişk dibin û got: "Berê prisgirêka avê tune bû. Li vî gundî têra heêû herêmê zebze û fêkî dihatin çandin. Me zebze û fêkî difirotin navenda Colemêrg, Gever û Elbakê. Me ji nas û dostên xwe yên li Enqere û Stenbolê re jî dişand. Berê li baxçeyê min bi qasî 800 kîlo firingî û xiyar şîn dihatin. Havînan em bê zebze û fêkî nediman. Lê mixabin niha ne wisa ye."