ÎYÎ-SEN: Dengê lingê karkeran tê 2018-09-30 09:55:24   STENBOL – Sekreterê rêxistinkirina ÎYÎ SEN'ê Kadir Kurt, bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî sermaye û karkeran û wiha got: "Ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê dengê lingê karkeran tê. Em bang li hemû sendîkayan dikin ku bi hevre têkevin nava liv û tevgerê.    Li Tirkiye herî zêde karkerên înşaetê jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên ÎSÎG'ê daneyên 8 mehên dawî, di meha Çile:144, Sibatn; 128, Adar; 129, Nîsan; 189, Gulan: 169, Hezîran; 151, Tîrmeh; 200 û meha Tebaxê de 180 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî di 8 mehên 2018'an de herî kêm 1290 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Dîsa ji ber karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê çalakî pêk anîn, zêdeyî 600 karker hatin binçavkirin û 27 karker hatin girtin. Zextên li ser karkeran her ku diçe zêde dibe. Li aliyê din çalakiyên karkeran jî zêde dibin. Têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî karkeran û piştgiriya ku dide sermayeyê Sekreterê rêxistinkirina Sendîkaya Karkerên Înşaet û Avahiyan (ÎYÎ SEN) Kadir Kurt ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Kurt, polîtîkayên hikûmetê rexne kirin û anî ziman ku dengê linpê karkeran her ku diçe bilind dibe.    ‘PERGALA HEMALTIYÊ KARKERAN JI HEV PERÇE DIKE'    Kurt anî ziman ku Kapitalizm û îktîdara ku li feraseta kapitalizmê xwedî derdikeve, êrîşî têkoşîna çîna karkeran dike û hewl dide têkoşina karkeran tune bike. Kurt, anî ziman ku qadên biçûk biçûk yên hilberînê ava dike û bi pergala taşeronî/hamalî karker û hêza karkeran perçe dike û destûr nadin ku karker xwe bi rêxistin bikin. Kurt, da zanîn ku wan li gorî şaxên kar perçe dike, lê bi tevahî êrîş dike û wiha got: "Mînak pirsgirêkên karkerên înşaetê û karkerên metalê ji hev ne cûda ne. Lê karkerên înşaetê û karkerên metalê nikarin bibin endamê heman sendîkayê. Bi vê yekê çîna karkeran perçe dikin. Hêza rêxistinî ya karkeran perçe dikin. Karkerên elektîkê girêdayî taşeronek din e. Karkerên qalib girêdayî taşeronek din in. Bê navber karkeran perçe dikin. Hêza karkeran a perçekirî ava dikin.    ‘SIMSAR LI SER KEDA KARKERAN RÛDINÊ'   Kurt, da zanîn ku pereyên ku ji fîrmaya sereke ji karkeran re tên şandin di bin destê simsarên taşeron û karkeran re derbas dibe û heta ku digêje destê karkeran tiştek nabîne û wiha got: "Simsarên karkeran karkeran amade dikin û diçin. Simsarên karkeran li ser dek û xwîdana karkeran xwe didin jiyandin. Hem karkeran bê muxatab dihêle, hem jî li ser keda karkeran rûdinê."    'ÊDÎ DENGÊ KARKERAN BILIND DIBE'    Kurt, destnîşan kir ku ji ber binpêkirina mafên karkeran zêde dibe êdî karker dikevin nava tevgerê û dengê lingê karkeran bilind dibe û wiha bi dawî kir "Karkerên Flormarê, li Cargillê, karkerên Balafirgeha 3'emîn li qada balafirgehe ji ber dengê xwe anîn ziman rastî lêdan û derbkirinê hatin. Karker ji bo mafê xwe yê mirovane derdikevin kolanan. Çalakî mafê herî rewa û mirovane yê karkeran e. Her çend zextên li ser karkeran zêde bibe, karker dê bêtir dengê xwe bilind bikin. Karkerên Balafirgeha 3'yemîn dê dest ji mafê xwe bernedin. Ji bo mafê xwe yê demokratîk çalakî pêk anîn. Heta ku daxwazên karkeran pêk neyê û şertên karkeran neyê başkirin dê çalakiyên karkeran berdewam bike. Rojên borî 3 karkerên din hatin binçavkirin. Her çend zext zêde bibin karker jî dê bêtir li mafê xwe bigerin. Karkeran bi berxwedana xwe gotin 'We 27 kes girtin, lê em dê diisa li mafê xwe yê mirovane bigerin.' Em Bang li hemû sendîkayên karkeran digerin ku mafê karkeran biparêzin û bi hevre têkevin nava liv û tevgerê. Divê em bibin qerîna dengê karkeran."    MA / Melike Ceyhan