Gungordu karkerên Flormarê ziyaret kir 2018-09-25 18:29:14   STENBOL - Karkerê Şaredariya Zeytinburnu Kenan Gungurdu, ku 175 rojin ji bo mafê xwe bistîne di girevê de ye, duh ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Gungordu, karkerên Flormarê ziyaret kir.    Karkerê şaredariyê Kenan Gungordu, bi daxwaza "Ez karê xwe paşve dixwazim" dest bi çalakiya girevê kiribû û 175 rojin çalakiya xwe berdewam dike. Kenan Gungordu duh, ji ber şaredariya Zeytinburnu dest bi meşê kir û berê xwe da Enqereyê. Gungordu duh karkerê li pêş şaredariya Kadikoyê dest bi çalakiyê kiriye Boran Atici ziyaret kir. Gungordu, îro jî karkerên nexweşxaneya Kanuni Sultan Süleyman ên ji kar hatibûn derxistin ziyaret kir û tev li çalakiya wan bû. Piştî dest bi meşê kir Boran Atici û Berfin Aslan û tayîna wê nehatiye kirin jî tev li xwe kir û meşiyan Enqeeyê. Gungordu piştre 132 karkerên Flormarê yên li herêma Saniya Organîze ya Gebze (GOSB)  ku bi sedema sendîkayî ne ji kar hatine avêtin û 134 rojin di çalakiyê dene ziyaret kir.    Gungordu, dê di roja seyêmîn a meşê de Alev Şahîn a bi KHK'ê ji kar hat avêtin û di çalakiyê de ye ziyaret bike.