Karkerên Flormarê: Berxwedanê em wêrek kirin 2018-09-25 09:05:44 STENBOL - Jinên ku 134 roj in li ber Fabrîkaya Flormarê ji bo mafê xwe çalakiyê li dar dixin, destnîşan kirin ku ew bi berxwedanê bêtir wêrek bûne û ew ê dev ji têkoşînê bernedin.  Li Gebzeya Kocaeliyê, 132 karkerên di Fîrmaya Kozmetîkê ya Flormarê de dixebitîn ji ber endamê Sendîkaya Petrol-Îş'ê ne ji kar hatin derxistin. Karkerên jin jî ji bo mafên xwe di 15'ê Gulanê de li ber fabrîkayê dest bi çalakiyê kirin. Karker her roj saet di 09:00'an de tên ber fabrîkeyê û heta 17:30'an de çalakiyê li dar dixin.  Karker Zûhal Ertaş, diyar kir ku ew 3 sal û nîvan di Flormarê de xebitî û got: "Li hundur rewşên zehmet hebûn. Ewlehiya me ya kar tune bû. Dema em ji wardiyaya biroj derbasî ya êvarî dibûn, di warê adaptasyonê de em ditengijîn. 3 rojan em bi ser xwe ve nedihatin. Çimkî em heta saet sisê û nîvê şevê dixebitîn. Rewşên talûke xwe didan der. Ez di beşa maskarayê de dixebitîm. Li hewayê qazan hebûn. Carekê teqînek çêbû. Qezayek çêbû. Tiştek nebû, lê talûke bû. Dema me qazan paqij dikirin her derê me gemarî dibû. Ji ber ber di makîneyêr e derbas dibin, diviya em makîneyan jî paqij bikin. Ji ber hin maskara dernediketi9n ji mecbûrî me ew bi aseton û araqê paqij dikirin. Qalibên wê talûke bûn. Destê me di nav de diman. Ji ber vê qezayên kar zêde rû didan. tevdîr dihatin girtin, lê ne tevdîrên têkûz bûn. Me jî li hemberî vê neheqiyê û ji ber kêmbûna pereyan biryar da ku em bibin endamê sendîkayê. Dema em bûn endamê sendîkayê em ji kar derxistin. Ji wê rojê ve em li vira li ber xwe didin." Ertaş diyar kir ku bêyî têkoşînê serketin ne pêkan e û ew hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe li ber xwe didin.    ‘BI BERXWEDANÊ WÊREK BÛM'    Ertaş, diyar kir ku heta ew mafê xwe bi dest nexin ew ê li ber fabrîkayê li ber xwe bidin û got: "Êdî hewa sar dibe. Karê me dê zehmetir bibe. Lê bawer im em ê ji derheqê vê derkevin. Wisa difikirim çi jid estê sendîkaya me bê wê bike." Ertaş, bilêv kir ku bi saya berxwedanê ew hînî gelek tiştan bûne û got: "Ne miroveke wêrek bûm. Lê niha wêrek im. Ez ê vê têkoşînê qet ji bîr nekim. Ez ê ji neviyên xwe re jî evbêjim." Ertaş, diyar kir ku divê ew li hemû qadan li dijî neheqiyê li ber xwe bidin û bitêkoşin.    ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'    Karkera Flormarê Sûltan Kiliç jî, diyar kir ku ji ber ew endamê sendîkayê ne ji kar hatine derxistin û ew tam 9 salan li vira xebitiye. Kiliç ku wê û hevjînê xwe dev ji hev berdaye û 2 zarokên wê hene got: "Em li vira li ber xwe didin. Lê di warê aborî de em ditengijin. Pêdiviyênz arokên me hene, lê em nikarin pêk bînin. Formayên kurê min ê biçûk kêm in, heta niha tenê me yek kiriye. Lê bi awayekî em bi rê ve dibin. Kurê min ê mezin xwendekarê zanîngehê ye. Mesrefên wî zêdetir in. Em li vira li ber xwe didin. Em mafê xwe yêq anûnî bi kar tînin. Me xirabî li wan nekiriye. Me zirar nedaye wan. Tim û tim me biw an da qezenckirin. Bêrîka wan tije bû. Lê wan çi kir? em avêtin derve. Em ê mafê xwe bi dest bixin."    ‘PIŞTÎ BÛM ENDAMÊ SENDÎKAYÊ HAY JI MAFÊN XWE ÇÊBÛM'    Kiliç, diyar kir ku wexta ew ne endamê sendîkayê bû hayê wê ji mafên wê tune bû û got: "Piştî em hatin vir, em hay ji gelek tiştan çêbûn. Em hay ji neheqoyê, bêhiqûqîtiyê û mafên xwe çêbûn. Li vira em bûn weke malbatekê. Em û hevalên xwe yên kar ku me pir hevdu nas nedikir bûn weke xwişkan. Em li dor hev bûn xelek. Ji ber ku li vira me kêfxweş im. Divê herkes doza mafên xwe bike. Lê divê jin bêtir hay ji vê hebin û doza mafê xwe bikin."    Kubra Taşer ku di sala 2017'an de ew bi xwe ji Flormarê derket û niha ji bo piştevaniyê bide hevalên xwe tê ber fabrîkayê jî got: "Hevalên min mafdar in, loma li cem wan im."    MA / Servet Karaduman