Reçela firingiyan çêdikin 2017-09-23 10:11:09 VAN – Xwarinpêj Nesîbe Kaymaz ku bi salene li Wanê xwarinpêjiyê dike, reçela firingiyan çêdikin.   Xwarinpêj Nesîbe Kaymaz a 35 salî ku bi salane di kargeha xwe de li Wanê xwarinên çêdike reçela firingiyan jî çê dike. Kaymaz a 6 sal in di aşxaneyên cûda dixwebite, di pêşbirkên çêkirina xwarinên herêmî de gelek caran xelata yekemîn girtiye. Kaymaz hez dike ku xarinên nû biceribîne û keşif bike. Kaymaz tekane jine ku reçela firingiyan çêdike û difiroşe.   ‘KÊ REÇELA FIRINGIYAN DIBIHÎSE ŞAŞWAZ DIBE’   Kaymaz diyar kir ku herêma Akdenîzê reçela firîngiyan çêdike û wiha axivî: “Hevalek min a Antalyayê qala vê tama xweş ji min re kir. Merama min ji bo tehmên nû heye û min dimildest ceriband. Min qet li terîfa wê mêze nekir û ligorî xwe çêkir. Min ked û ez fêrî çêkirina wê bûm. Min çend şîşe çêkirin û firotin nasên xwe. Wan pir eciband. Kê reçela firingiyan dibîhîse şaşwaz dibe.”     ‘MIN GELEK XARIN CERIBANDIN’   Kaymaz da zanîn ku ji bo çêkirina reçela firîngiyan ked û hewldanek mezin  pêwîste û wiha got: “Firîngiyan diqeşêrim û du rojna di nava ava şekir de dihêlim. Piştre datîm ser agir. Ji xwe ya girîng jî eve. Ez tim tev didim heya xumxumî dibe. Tirşahiya firîngiyan tamek xweş dide reçelê. Heya niha min gelek xarinên cûda çêkirin. Tim muşteriyên min hene û di warê çêkirina xwarinan de bi îdîame.”