Îş Bankasi: Bandora Hîsedariya CHP'ê li ser karê bankê tune 2018-09-17 10:23:24   ENQERE - Bankaya Kar (Îş Bankasi) têkildarî daxuyaniya Serokomar Erdogan a der barê hîsedariya CHP’ê ya di banke de daxuyanî da. Bankaya Kar (İş Bankasi) diyar kir ku piraniya hîseya bankê aydî Vakfa Sindoqa Munzamê ye û wiha got: "Tu bandora hîsedariya CHP'ê ya li ser karê bankayê tune ye.    Bankaya Kar (Îş Bankasi), der barê daxuyaniya Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan de daxuyanî da. Piştî Erdogan got: "CHP ji sedî 28 xwediyê hîsedariya bankê ye. Hebûna malên Ataturk, nikare têkeve bin kontrola tu partiyên siyasî. Ger ku têkve jî tê têkeve bin sîwana xezîneyê" Banka Kar daxuyanî da û got: "Piraniya hîseya bankê aydî Vakfa Sindoqa Munzamê ye. Tu bandora hîsedariya CHP'ê ya li ser karê bankayê tune ye. Îro hîseyên bankê ji sedî 31,79 ji gel re vekirî ye. Piraniya hîseyê jî ji sedî 40,12 aydî Vakfa Sindoqan a Munzam a Mensûbê Banka Kar a Tirkiye ye. Aydî Banka Kar e. Hîseyên Ataruk jî ji sedî 28,09 e.