Sektora çandiniyê ji sedî 1.5 tengbû 2018-09-10 11:38:16   ENQERE -  Li gorî hejmara mezinbûyînê ya TUÎK ragihand, aborî di çeyreka duyemîn de ji sedî 5.2 mezin bû. Lê sektora çandiniyê jî ji sedî 1.2 teng bû.    Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) danayên têkildarî çeyreka duyemîn a sala 2018’an eşker kir. Li gorî texmîna Encama Hûndirê Welat a Gayrîsafî ya rêveberiya hilberînê, di çeyreka duyemîn a sala 2018’an de fiyetên carî ji sedî 20,4 zêde bûn û gehişt asta 884 mîylar 4 mîlyon û 260 hezar TL.      Dema xebatên Encamên Hûndirê Welat ên Gayrîsefî tê lêkolînkirin, di çeyreka duyemîn a sala 2018’an de, li gorî çeyreka sala çûyî, li gorî hecma xelekan, nirxê tevî hev kirin komkirina sektora çandiniyê ji sedî 1.2 kêm bû û sektora pîşesaziyê ji sedî 4,3 û sektura înşaetê jî ji sedî 0.8 zêdebûn.   Nirxên sektorên xizmeta kombûyînên xebatên bazirganî, veguhastin, bicihkirin û xurekê jî ji sedî 8 zêdebûn.    LÊÇÛNÊN GEL ZÊDETIR BÛN   Lêçûnên sazî û dezgehên bi armanca xizmeta gel bikin û gelên niştecih di ceyreka duyemîn a sala 2018’an de li gorî sala çûyî ji sedî 6.3 zêdetir bû. Lêçûnên xeritandinê yên talî yên delwtê ji sedî 7.2 zêdetir bûn û serfkirina ji derveyî sermayeya sabît jî ji sedî 3.9 zêde bûn.      HEQÊ HÊZA KAR JI SEDÎ 19,4 ZÊDE BÛ   Heqê hêza kar, di ceyreka duyemîn a sala 2018’an de li gorî sala çûyî ji sedî 19,4 zêde bû û dahatûya têkel/bermahî ya karên net ji sedî 19,4 zêde bû. Dinava Zêdekirina Nirxa Gayrîsafî ya mafê hêza kar de, sala çûyî ji sedî 36,5 lê di çeyreka duyemîn a sala 2018’an de bû ji sedî 36.  Para dahatûya tekel/bermahî ya karên şirketin net jî, ji sedî 46,1 kêm bû.