Fîrmaya pere nedît, rê nîvco hişt û 400 karker ji kar avêt 2018-09-07 14:10:23   MÊRDÎN – Fîrmaya Demîryol Înşaat ku li herêmê karê îhaleya gelek rêyên bejayî daye ser milê xwe, ji ber midûriyeta rêyên bejayî pere neda wan, karê rê di nêvî de hişt û herî kêm 400 karker ji kar dûr xist.    Fîrmaya Demîryol Înşaet ya li Êlihê ku li Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Çewlîkê karê rê dike, ji ber Midûriyeta Rêyên Bejayî pere neda wê, karê rê nîvco hişt û dawî li karê 400 karkeran anî. Heqê 2 mehan nedan wan. Hat zanîn ku fîrmayê ji 18'ê Tebaxê de dest ji berdana karkeran kiriye û 2 mehên dawî ye heqê karkeran nedaye wan. Hat zanîn ku fîrmayê biryar daye ku tenê notirvan di şantiyan de bixebitin. Karkeran jî anîn ziman ku fîrmayê xwestiye heyvekê li benda mafê xwe rawestin û ger ku pere dernekeve dê heqê wan û tazmînata wan bidin.    Fîrmaya Demyol Înşaatê, li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Bursa, Mugla, Amed, Êlih, Mêrdîn, Sêrtê îhaleya projeyan stendibû. Şîrket li ser malpera xwe ya fermî diyar dike ku 200 personelên wê yê teknîk û îdarî û 2 hezar jî xebatkarên wê hene.