Dogan ê hat îxrackirin: Berdêla krîzê em radizînin 2018-08-27 09:05:51 STENBOL – Serokê Şaxa Jimara 1’an a BES’ê ya Stenbolê Dursun Dogan ê bi KHK’ê hat îxrackirin diyar kir ku ji ber zemên her pêk tên ên hatine îxrackirin nikarin debara xwe bikin û got: “Berpirsên krîzê ne em in. Lê berdêla wê em radizînin.”  Li Tirkiyeyê piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) li ser hev hatin weşandin. Bi hezaran kedkarên cemaweriyê bi KHK’yan ji karê xwe hatin îxrackirin. Kekdar ji bo debara xwe bikin, tengezariya dikişînin û her roj zemên pêk tên bandorek neyînî li ser wan dike û şertên jiyanê li wan zehmet dike.    Serokê Şaxa Jimara 1’an a Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a girêdayî KESK’ê ya Stenbolê Dursun Dogan û hevjîna xwe bi KHK’ê hatin îxrackirin. Dogan got piştî ew hatin îxrackirin ji bo debar bikin zehmetiyan dikişînin û bi zemên dawî re hin bêtir rewşa wan xiznatir bû.    ‘YÊN LI MAFÊ XWE DIGERIN TALIYA WAN GIRTÎGEH E’    Dogan bi bîr xist di 20’ê mijdara 2016’an de ew û hevjîna xwe hatin îxrackirin û got: “Elbet aliyê vê meseleyê yê aborî, civakî û derûnî heye. Dema em aliyê vê polîtîk dinêrin li vî welatî bi milyonan mirov birçî û feqîr in. Bi deh hezaran kes girtî ne û tên binçavkirin. Em di pêvajoyek wiha de derbas dibin. Neheqiyek mezin li Tirkiyeyê heye. Mafê me yê bi dest xistiye ji destê me girtin.”    Dogan anî ziman ku desteserkirina kar û keda wan li dijî rûmeta mirovahiyê ye û AKP pêvajoyek hemû kesên li mafên xwe digerin pêvajoya girtîgehê da destpêkirin.    ‘TÊKOŞÎN BI TIRSÊ NAYÊ TUNEKIRIN’    Dogan da zanîn ku ew têkoşîna ked û demokrasiyê birêve dibin û ev têkoşîn jî dê bi tirsê neyê tunekirin û got: “Erk û berpirsyariya her kesî heye. Em jî bi vê hişmendiyê li ber xwe didin. Di esasê xwe de em bi berteka zarokek nanê xwe dixwazin.”    ‘KRÎZA AKP’Ê BI XWE YE’    Dogan destnîşan kir ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê ne bi îro ve girêdayî ne û wiha dewam kir: “Welatên na hilberînin encama xwezayî krîz e. Em duh jî feqîr bûn û îro jî feqîr in. Jixwe para kedkaran li vî welatî nayê dayîn. Krîza aborî ya heyî dide nîşandan dê AKP nikaribe vê pêvajoyê bibe. Ev krîza AKP’ê bixwe ye. Ev krîz tenê bi tabloyek siyasî ya DYA’yê re girêdayî nîne. Jixwe hevkarê DYA ê herî mezin Tirkiyeye. Xwe di nav gel de ji bo bide qebûlkirin mîna ku dijberê DYA’yê be dide nîşandan.    ‘BI HEZARAN HEVALÊN ME NIKARIN NAN BIBIN MALÊ’    Dogan anî ziman ku krîza aborî rojane li ser jiyana wan bandorek neyînî dike û wiha got: “Em diçin bazarê kîloya sebze û fêkiyan ji 10 lîreyî derbas bûye. Em nikarin ji qesap goşt bikirin. Ji ber hemû perwerdehî bi pere kirin e, em nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Îro yên nikarin nan bibin mala xwe bi sed hezaran hene. Ji ber vê yekê ne pêkan e, krîz bandora xwe li ser me neke. Elbet berpirsiyar ne em in. Lê mixabin her tim em berdêla vê yekê radizînin. Encamê krîzê gelê feqîr dide razandin. Bi hezaran hevalên me kedkar ên  hatin îxrackirn nikarin nan bibin mala xwe. Di serî de sendîka û hemû sazî û partiyên din divê encamên krîzê biçin li qadan ji gel re bêjin. Qedandina krîzê bi têkoşîna li dijî faşîzmê pêkan e.”    MA / Muhammet Dogru