Hevseroka KESK'ê Gezen: Em ne di heman keştiyê dene 2018-08-16 10:55:51 ENQERE – Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, der barê krîza aborî û gotina Erdogan a “Em di heman keştiyê de ne' nirxandin kir û got: "Em ne di keştiya îktîdara 16 salin Tirkiye noqî avê dikin de ne."    Rageşiya di navbera Enqere - Washingtonê de didome. Di rojên dawî de doqîz li hemberî pereyên TL her ku diçe zêde dibe. Ji ber dowîz bilind dibin bazar û bazirganî têk çû. Têkildarî kriza aborî û politîkayên AKP'ê yên li ser aboriyê Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Aysun Gezen, nirşxandin kirin. Gezen, polîtîkayên AKP'ê şên 16 salan nirxand û got: "Rageşiya di navbera Tirkiye û DYA de ne tenê Brunson e. Berî her tiştî hêzên emperyalist dixwazin Rojhilata Navîn di nava xwe de parve bikin. Ji ber vê yekê di navbera Tirkiye û DYA re jî reqabet heye û ji bo berjewendiyên xwe li hev nakin. Tirkiye hin caran nêzî Rûsya dibe û hin caran nêzî DYA dibe. Sedema krîzê berjewendiyên welatên emperyalist in. Ji ber ku li ser berjewendiyan li hev nakin nakokî di nava wan de derdikevin. Dijberî hişê ku AKP dixwaze li ser gelê Tirkiye ava bike, Tirkiye bi aboriya derve hatiye girêdan. Aboriya Tirkiye li gorî polîtîkayên neo-liberal pêş dikevin. Ji ber vê yekê mijara Brunson bi tena serê xwe ne sedema krîza aboriyê ye. AKP'ê mîrateya polîtîkayên 1980 ên neo-liberalê dewir girtiye. Lê niha raya giştî di xapîne û wekî li dijî wê nîşan dide. Êdî Tirkiye ji genim heta pûş, ji goşt heta sewalan her tiştî îthal dike. Ji ber ku Tirkiye bi her tiştî bi dewletên derve hatiye girêdan, çiqas dolar û dowîz tê guhertin bandorê li ser aboriya Tirkiye dike. AKP'ê di 16 salan de hemû çavkaniyên debarê talan û wêran kirin. Niha deynê Tirkiye yê derve nêzî 476 milyar dolar e. AKP'ê nêzî 200 milyar dolar fonê hebûnê bi qesrê ve girê da. Dîsa bi fonên garandî yên Kredî û fonên Sanayîya Parastinê hemû çavkaniyên gel talan kirin.    ŞERÊ ABORIYÊ NE RAST E    Gezen, destnişan kir ku îktîdar bi gotina "Şerê aboriyê" hewl dide ku xwe mafdar derxe û wiha got: "Ev ne rast e. Gotina 'Şerê aboriyê' veşartina rastiyan e. Îktîdar dixwaze bi van gotinan têkçûna aboriyê veşêre. Dixwaze krîzê vegerîne lehê xwe. Bi hesta nijadperestî, olperestiyê her tiştî berovajî dike. Erdogan feraseta şikir û tevekkulê ji nûve dixe mireytê. Bi hestên olperestiyê rêya kolanan li mirovan digirin."    Gezen, gotina Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya 'Hewce be em dê nan û pîvaz bixwin' jî rexne kir û got: "Nan û pîvaz jî tune ku gel nan û pîvazê bixwe. Ev ne gotinek ji dil e. Derket holê ku MHP hêjmarek pir zêde ya dolaran stok kiriye. Ew li maşîneyên marka yên luks suyar tên. Lê ji aliyê din ji gel dixwazin fedekariyê bikin. Rayedarên hikûmetê dibêjin em di heman keştiyê de ne. Na em ne di heman keştiye dene. Erdogan dibêjin 'Em di heman keştiyê de ne' Em ne di keştiya îktîdara 16 salin Tirkiye noqî avê dikin de ne."    BÊEDALETIYA KOMKIRINA BACÊ RANTÊ PÊŞ DIXE    Gezen, destnîşan kir ku di komkirina bacê de bê edaletî heye û wiha bi dawî kir: "Divê laik û cemawerî li pêş be. Tirkiye di qada çavkaniyan de têra xwe dike. Niha di bacê de bê edaletî û rant hneye. Sermayeya ku fêdeya wê nake gel hikûmet çavkaniya aborî pêşkêşî wê dike. Divê dest ji projeya Kanal İstanbul berdin. Divê dest ji pêşkêşkirina çavkaniyan a sermayeyê berdin. Divê hemû zagonên di serdema OHAL'ê de saz kirin betal bikin. Divê Fona Hebûnê betal bikin. Divê pereyên ji bo Fonên Parastina Sanayiyê û Kredi Garantî pêşkêşî xizmeta cemaweriyê bikin. Divê Tirkiye dest ji çavkaniyên derve berde. Di vê pêvajoyê de rêxistina aborî û civakî ferz e. Divê hemû beşên civakê mil bidin hev û bi hevre têkoşînê bilind bikin. Rêxistina hevpar şert e. Ji ber ku AKP li dijî rêxistinê ye divê milê rêxistinbûnê bê xurtkirin. Divê em kolan bi kolan, tax bi tax polîtîkayên AKP'ê teşîr bikin."    MA / Berivan Altan