Kûbîlay: Erdogan dibêje 'em li dijî lobiya faîzê ne', lê zavayê wî qet wisan nabêje 2018-08-12 09:03:19         ENQERE – Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Aboriyê Gunay Kûbîlay, ji bo "Modela Aboriyê ya Nû" ku hikûmetê daxuyand got: "Erdogan dibêje 'em li dijî lobiya faîzê ne', lê zavê wî pêgirtiya xwe ya ji bo wê diyar dike."    Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Polîtîkayên Ked, Aborî û Civakiyî Gunay Kûbîlay, pirsgirêkên binyadî yên aboriyê, krîza dîplomatîk a bi DYA'yê re û daxuyaniyên hikûmetê yên der barê aboriyê de nirxand.    Kûbîlay, bal kişand ser zêdebûna dowîzan û rewşa heyî wiha pênase kir: "Aşkerebûna krîza aborî ya siyasî ya ku her diçe kûrtir dibe."    'MODELA NÛ YA ABORIYÊ JI BO SERMAYEYÊ YE'    Kûbîlay, "Modela Aboriyê ya Nû" ku Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak daxuyand nirxand û got: "A rast aşkere ye ku ev ne modeleke nû ye. Bi ambalajeke nû maliyeta krîzê li karkeran, kedkaran û xizanan tê birîn." Kûbîlay, diyar kir ku jixwe demeke dirêj e ku aboriya Tirkiyeyê bûye berdewamiya sermayeya monopol a navnetewî û dema mirov li daxuyaniyên Erdogan û zavayê wî dinere, diyar e ku dixwazin baweriyê bidin sermayeya monopol û pêgirtîbûna xwe ya bi sermayeya neo-lîberal îlan kirin. Kûbîlay, destnîşan kir ku tiştên gotin li holê ne û ne li dijî lobiya faîzê ye û ne jî şerekî aborî heye.    ERDOGAN LI DIJÎ LOBIYA FAÎZÊ YE, LÊ ZAVAYÊ WÎ PÊGIRTÎBÛNA XWE YA JI BO FAÎZÊ AŞKERE DIKE    Kûbîlay, diyar kir ku Erdogan bi gotinên "şerê aborî" dixwaze ser polîtîkayên xwe yên çewt bigire û got: "Qaşo têkoşîneke antî-emperyalîst dide û wekî ku li dijî monopolên navnetewî bî tev digere û bi vî awayî hewl dide civakê manîpule bike. Erdogan dibêje em li dijî 'lobiya faîzê' ne, Lê zavê wî pêgirtîbûna xwe ya ji bo piyaseyan aşkere dike. Kî lobiya faîzê ye? Tişta dibêje lobiya faîzê derdora sermayeyê ku ev jî bi pereyan pereyan qezenc dikin. Ji ber bi pereyan pere tê qezenckirin ev kes naxwazin li pêşberî wan asteng hebin. Naxwazin pere bêqîmet bibe, ji enflasyonê ditirsin. Wekî ku wezîr jî daxuyand a ku ev dixwazin ew e ku polîtîkayeke maliyeyê û pereyan a teng e. Bi awayekî klasîk wateya vê ew e; eger hûn behsa pol,t,kayeke maliyeyê û pereyan a teng bikin, nexwe hûn behsa tiştekî nakin û ji bo krîzê li çareyekê nagerin. Hûn ne li dijî lobiya faîzê ne, ne jî li dijî sermaye û hevkarên xwe yên navnetewî ne ku mafên karker, kedkaran xesp dikin. Ma ev kes bi salan çavkaniyên welat bi kesîdekirinê ne firotin? Îsrafeke mezin heye. Xoyradiyeke mezin heye. Êdî rewş pir krîtîk e."    Kûbîlay, destnîşan kir ku tekane rêya xelasiyê ew e ku dev ji polîtîkayên neo-lîberal bê berdan û bernameyeke aboriyê ya ekolojîst têkeve dewrê.    'HDP NE RÊWIYÊ VÊ KEŞTIYÊ YE'    Kûbîlay, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de peywira HDP'ê ew e ku bi kesên ji ber polîtîkayên neo-lîberal ên Erdogan mexdûr bûne re bi awayekî hevpar bitêkoşe û got: "Di serdemeke ku ked tê xwarin, nedîtina cinayetên karî û mirov di sînorê birçîbûnê de dijîn, em ne rêwiyê vê keştiyê ne."    MA / Berivan Altan