Di depoyek xurdeyan de teqîn rû da: 4 karker birîndar bûn 2018-08-11 12:11:01   EDENE - Li navçeya Seyhanê di depoyek xurdeyan de, di dema birîna tûpeke seyranê de teqîn rû da û 4 karker birîndar bûn.    Li depoyek xurdeyan a Kolana Bahçelîevler a navçeya Seyhana Edeneyê, di dema birîna tûpekê seyranê de teqîn rû da. Ji ber bandora teqînê, şewat bi mal û dikaneke mobîlyan ên nêzî depoyê ketin.  Piştî agahî hat dayîn gelek ekîbên tenduristî û agirkûj sewqî cihê bûyerê hatin kirin.  4 karkerên di depoyê de birîndar bûn, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyên cuda. Tûpên din ên di depoyê de hatin derxistin û ekîbîn agirkûj mûdaxileyê şewatê kirin.