Dowîz serî berdaye: Dolar 5.56, eûro 6.43 lîre 2018-08-09 21:07:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Li hemberî Dolar Lîreyê Tirk her diçe bêtir bêqîmet dibe. Dolar îro xwe gihand 5,5671 lîreyî.    Piştî krîza Rahîb Brunson, DYA'yê hin li hemberî Tirkiyeyê hin mueyîde pêk anîbûn. Ji bo dawî li van mueyîdeyan bê heyetek çû DYA'yê. Lê belê rojnameya Wall Street Journalê nivîsand ku hevdîtin baş derbas nebûye. Piştî vê yekê dowîz dîsa tev geriya. Dolar bû 5.56 û eûro jî bû 6.43 lîre.