Ji ber bihabûna fiyetên zêran mirov nikarin dawetên xwe bikin 2018-08-09 09:31:00   AMED - Serokê Zêrker û Serafan a Amedê Mûstafa Akkûl, diyar kir ku ji ber ku fiyetên zêran zêde dibin mirov nikarin dawetên xwe bikin û ji ber vê ji dêvla ku zêran bikirin kirê dikin.    Bi zêdebûna qûrên dowîzê fiyetên zêran jî biha dibe. Di rewşa dawî ya piyaseya zêran de xirama zêr bi 207.53 lîreyan tê kirîn û bi 209.00 tê firotin. Zêrê çaryek bi 340.31 lîreyî tê kirîn û bi 343.71 lîreyî tê firotin. Nîv zêr bi 680.63 lîreyî tê kirîn, bi 687.43 lîreyî tê firotin. Zêrê reşadî jî bi 1382.42 lîreyî tê kirîn û bi 1384.42 lîreyî tê firotin.    Serokê Federasyona Zêrker û Zînetan a Başûrê Rohilat û Anatoliyaya Rojhilat (GUNDOKFED) û Serokê Odeya Zêrker û Serafan a Amedê (DÎKO) Mûstafa Akkûl, destnîşan kir ku ji ber bihabûan fiyetên zêran rewşa welatî û zêrkeran nebaş e.    Akkûl, anî ziman ku li gel bihabûna fiyetê dolar zêr jî biha bûne û got: "Kesên dixwazin zêr bikirin nikarin bikirin, yên dixwazin zêrên xwe xera bikin jî difikirin belkî hinekî din jî fiyet biha bibin xera nakin."    Akkûl, diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetên zêran mirov nikarin dawetên xwe bikin an jî dawetên xwe taloq dikin. Akkûl, destnîşan kir ku kesên dawetên xwe dikin jî ji ber ku nikarin zêran bikirin wan kirê dikin.    Akkûl, bilêv kir ku ji ber krîza aborî sektora zêrkeriyê jî bi paş ve çûye û got: "Berê her meh kesek serî li me dida û dixwest dikana zêran veke, lê niha kes serî li me nade."