Dolar bi rekorê dest bi hefteyê kir 2018-08-06 09:48:01 STENBOL – Kura Dolar di ser radeya 5.11’an de rekora xwe nû kir û dest bi hefteyê kir.  Bilindbûna Dolar a ji ber krîza di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ku ji ber girtina rahîb Andrew Brûnson dest pê kir, berdewam dike. Dolar bi 5.1147’an dest bi hefteyê kir û rekora xwe nû kir.